ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2021
18 tebax, 2021   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîma sersaxiyê ya şehîd Heval li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Sûriya Demokratîk panelekê bi diruşma "Rewşenbîr û asoyên çareya siyasî li Sûriyê" li hola Zana ya Qamişlo li dar dixe. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ferzende Munzur got, bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan nimûneya çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, hemû pêhateyên herêmê xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi rêxistin diki û diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dayîkên şehîdan tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku siyaseta dewleta Tirk a girankirina tecrîdê îsrara wan a berxwedanê xurtir dike û xwedîderketina li şoreşa azadiyê zêdetir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarê Kobanê komkujiya ku artêşa Tirk li dijî herêmên Şengal ên Başûrê Kurdistanê û Zirganê ya li Rojavayê Kurdistanê pêk anî, şermezar kir û bang li garantorê rûsî kir bi erka xwe rabe û zextê li Tirkiyê bike ku êrişên li dijî herêmê rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Qamişloyê gotin ew êrişên dewleta Tirk ên lidijî Şengal, Til Temir û Zirganê red dikin. Her wiha piştrast kirin ku ew ê piştgiriya berxwedana QSD`ê ya li hemberî dagirkeriya bikin heta ku serkeftinê pêk tînin. Şêniyan bang li gel kir ku li hemberî êrişan li ber xwe bidin û dev ji axa xwe bernedin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Nivîskar û rojnamevanê filistînî Sair Nofel Ebû Atêwî got divê têkilî û girêdana di navbera Kurd û Ereb de werin lêkolînin û vegerin xwezaya wê. Ew jî bi rêya baweriya bi mafên Kurd ên mirovahî û siyasî pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Serokê Partiya Lîwa Sûrî Malik Ebû Xêr eşkere kir ku nîşqaş bi aliyên navneteweyî û sûrî re heta vê kêliyê bi xurtî hene da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî, her wiha da zanîn ku di heman çarçoveyê de peywendî di navbera Partiya Lîwa Sûrî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Şêniyên Dêrikê bang li PDK`ê kir ku ji ber çi tev li êrişên qirkirin û dagirkirinê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bûne bila sedemên wê şîrove bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmdarê Kurd Bekir Îsa diyar kir ku siyaseta qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk tîne, planeke cîhanî ye û destnîşan kir ku dewletên mezin jî ji bo berjewendiyên dixwazin Kurd werin qirkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Piştî ketina Ixwan li Tunisê vê carê dewleta Tirk dixwaze Ixwanan li Lîbyayê xurt bike û destekê bide wan da ku ewlehî li Lîbyayê pêk neyê. Têkildarî mijarê pispora karûbarên Ixwan Muslimîn a Komxebata Rojhilata Navîn Sînsiya Ferhat got: Piştî binkeftina Ixwanan li Tunisê tê payîn ku ew li Lîbyayê û heta li dewletên Afrîkayê xurt bikin mîna Afrîkaya Bakur û Neyjîryayê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên navçeya Eyn Îsayê bang li êlên kantona Girê Spî ya dagirkirî kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirk serî hildin. Her wiha destnîşan kirin ku ev sûc li dijî hebûn û adetên wan in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA