Rojnamevanekî filistînî: Divê têkiliyên Kurd û Ereban xurttir bibin

Nivîskar û rojnamevanê filistînî Sair Nofel Ebû Atewî got divê têkiliyên Kurd û Ereban vegerînin wekî berê û pêkhateya Ereb piştgiriya wan bikin da ku gelê Kurd jiyaneke azad, aram û ewle misoger bike.

Rojnamevanekî filistînî: Divê têkiliyên Kurd û Ereban xurttir bibin
19 tebax, 2021   06:44
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Nivîskar û rojnamevanê filistînî û endamê Sendîkeya Rojnamevanên Filistînê Sair Nofel Ebû Atewî got yekitiya Kurd û Ereban divê wateya xwe hebe û Ereb girîngiyê bidinê da ku xîtabeke Kurdan û Ereban a xurt derkeve holê.

Ebû Atewî wiha axivî: "Em îro wek filistîniyan salvegera rojbûna şehîdê nemir Yasir Erefat bi bîr tînin, ji lew re divê mirov têkiliyên Filistînê û Kurdan ên li ser bingeha hezkirin, rêzdarî û naskirina mafên rewa yên gelê Kurd, pêkanîna xewn û daxwazên wan ê hebûneke azad û serbixwe bi bîr bîne.Têkiliyên şehîd Yasir Erefat ên bi kesayetên Kurd ên navdar re baş bûn, ji ber ku serokê nemir Ebû Emar kesayeteke neteweyî, welatparêz û semboleke cîhanî ya rizgariyê bû û hewl dida ji dagirkerî, hegemonya û bandorên dagirkeran rizgar bibe."

Ebû Atewî da zanîn ku serok Ebdulfettah El-Sîsî piştgiriya mafên destûrî û neteweya gelê Kurd dike.

Nivîskar û rojnamevanê filistînî got: "Gelê Kurd li ser bingeha jiyana hevbeş a di çarçoveyeke aştiyane ku lihevkirinek tê de hebe tevdigere û hewl dide hebûneke kurdî ava bike ku bi hemû biryarên Ereb re ji deryayê heta bi kendavê asyonên siyasî, civakî û çandî ava bike. Ev jî di çarçoveya nêrîneke ku yekitiya neteweya Kurd û Ereb li ser bingeha biratî, wefadarî, lêborandin û têkiliyên baş ê bi hemû Ereban re ava bike."

Ebû Atêwî wiha axaftina xwe dewam kir: "Êdî girîng e bi cidiyet û girîngî li girêdanên ku têkiliyên Kurd û Ereban vegerîne wekî berê were lêkolînkirin. Ev yek jî divê rêya baweriya bi mafên Kurdan ên însanî û siyasî be û Ereb piştgiriya wan bikin da ku hebûneke kurdî ava bibe ku bi azadî, aramî, ewlehî û aştî bijîn."  

Nivîskar û rojnamevanê filistînî Sair Nofel Ebû Atêwî bal kişand ser rewşa Ereban û ev nirxand kir: "Divê Ereb di nav Rojhilata Navîn de bi awayekî fermî û bi nêrîneke hevbeş, di çarçoveya nêzîkatiyên neteweyî ji aliyê dîrokî, çandî, mirovahî û civakî de, li gelê Kurd binêre. Da ku derî li pêşiya mêjiyê mêtingeriyê were girtin û planên ku hewl dide nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de derxe û helwestan bi rêya lîstina bi hestên nîjadî û kêmneteweyan, têk bibe."

Di dawiyê de nivîskar û rojnamevanê filistînê got: "Ne zehmet e ku yekitiya Kurd û Ereban ava bibe ku yekitiya her du aliyan li gorî nêrînek, helwestên diyarkirî û armancên hevber, wan bîne ba hev. Da ku zêdetir gelê Kurd nêzîkî neteweya Ereb bibe û piştgiriyê bide di çarçoveya siyaseteke hevbeş de ku gelê Kurd resen e û xwedî nasname û kokekî çandî û şaristanî ye ku vedigere gelek serdeman."

(eh)

ANHA