Efganistan bû qurbaniya peyman û berjewendiyên navneteweyî

Efganistan bû qurbaniya peyman û berjewendiyên navneteweyî
19 tebax, 2021   08:08

CANÊ XEMGÎN

Tevgera xwendekarên dibistanên olî yên bi navê Talîban tê nasîn (pirjimara peyva talib anku xwendekar e di zimanê Peştûnî de) sala 1994`an li wîlayeta Qendehar (başûr rojavayê Efganistanê) ya li ser sînorê bi Pakîstanê re, bi destê Mele Mihemed Omer Mucahid hate avakirin.

Piştî ku bajarên Efganistanê yek bi yek ketin destê Talîbanê, serokê Efganistanê Eşref Xenî ji welêt derket yan neçarî derketinê bû. Roja yekşemê (15`ê Tebaxa 2021) Talîbanê paytext Kabul jî di nav de dest danî ser hemû herêmên Efganistanê. Piştre derbasî koşka serokatiyê û gelek cihên din ên hikumetê bû.

Hatina Talîban li ser desthilatdariyê bêyî ku artêşa Efgan li ber xwe bide û bêyî ku guleyek tenê bê teqandin, gelek pirsan li ser lihevkirinên ku çêbûne, di serê mirovan de dide avakirin!

Piştî 20 salan ji şer û dijminahiyê, hêzên Amerîka ku tevî hêzên din ên biyanî li Efganistanê bûn ji baregeha Bagram a leşkerî ya nêzî 5 hezar dîlên Talîbanê tê de bûn, vekişiyan. Piştî ku di avakirina artêşekê an dewletekê ku jiyanê bi rêve bibe, bi bin ket û welat û gelê Efganistanê bi şerê li ser gelek eniyan re rû bi rû hişt.

PEYMANA AŞTIYÊ ÇAWA PÊK HAT?

Piştî ku serokê berê yê tevgerê Exter Mihemed Mensûr ê di 22`ê Gulana 2016`an di êrişa hewayî ya Amerîkayê de hate kuştin, Hîbetullah Exwendzade di 26`ê Gulana 2016`an de ji aliyê meclisa şêwirmendiyê ya Talîban ve  ji bo serokatiya tevgerê hate hilbijartin.

Di bin fermandariya Exwendzade de, di 29`ê Sibata 2020`an de Talîbanê bi Amerîkayê re peymana aştiyê ya dîrokî pêk anî, Exwendzade ew peyman wekî serkeftineke mezin a Talîbanê bi nav kir.

Di 1`ê Gulana 2021`an de Talîbanê êrişên xwe li dijî hêzên hikumetê zêde kirin û rûbarên berfireh li Efganistanê kontrol kirin. Di 15`ê Tebaxa 2021`an de jî tevgerê dest danî ser Kabulê.

Li gorî itifaqa bi Talîban re, Amerîka û hevalbendên wê yên NATO`yê li ser vekişandina hemû hêzên xwe erê kiribûn, li hemberî ku Talîban rê nede El-Qaîde û komên din ên tundraw li herêmên di bin serweriya wê de bi tevger bibin. Amerîkayê jî soz dabû ku bi hevkariya NY`yî dê cezayên li ser Talîban rake.

Serokê Amerîka Joe Biden, 11`ê Îlonê salvegera 20`emîn a êrişên li dijî Amerîkayê, wekî dema vekişîna dawîn a hêzên Amerîka ji Efganistanê diyar kiribû.

Peymana di navbera Amerîka û Talîbanê de, biryareke wiha bû ku bi salan amadekariya gihaştina wê dihat kirin. Xuya bû ku Amerîkayê di destpêkê avakirina Talîban red nekir û piştre bû dijminekî wê yê sereke.

Li gorî belgeyeke ewlehiya neteweyî ku koşka Spî di Adara borî de belav kiribû, tê gotin nabe ku Amerîka beşdarî şerê heta hetayê bibe û dê beşdar jî nebe. Di şerê herî dirêj ê di dîroka Amerîkayê de, bi hezaran wendahiyên canî û bi tirilyonan dolar wenda kir. Amerîkayê got ku wê şerê herî dirêj li Efganistganê bi dawî bike, lê beriya wê divê misoger bikin ku Efganistanê careke din nebe cihekî bi ewle ji bo êrişên terorîst li dijî Amerîkayê.

Vekişîna Amerîka ya bi lez ji Efganistanê gelek pirs bi xwe re derxist holê. Hinekan piştgirî dan vê biryarê û hinek jî ji bandorên wê yekê bi fikar bûn. Di vê derbarê de rexneyên tund ji Biden re hatin. Yek ji wan jî serokê berê yê Amerîka Dunald Trump bû, ku bi daxuyaniyekê gotibû divê Biden îstifa bike.

Hin çalavkvanên medya sanal, dîmenên vekişîna Amerîka ji balafigeha Kabulê şibandin dîmenên valakirina balafirgeha Saigonê (Vîetnam) sala 1975`an. Zirarên ku wê demê gihaştine Amerîka û pêşketina hêzên Vietkongê, hişt ku şer ji xwediyên wê re bihêle (Vîetnam). Îro jî heman senaryo li Efganistanê rû dide. Ev mijar parçeyekî stratejiya Amerîkayê di şeran de ye, ku destwerdanê dike, aloziyê derdixe û şer ji xwediyên wê û cîranan re dihêle.

Piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Efganistanê, ihtimal e ku gelek hêzên herêmî yên wekî Tirkiye, Pakistan û Îran berê xwe bidin wê erdnîgariyê.

Em werin ser Çînê, xwenêzîkkirina Talîban û danîna têkiliyên baş pê re –wekî ku Çînê ragihandiye- ji ber du sedemên sereke ye; yek ji ber dijminahiya mezin bi Amerîkayê re ku Çîn vekişîna wê û tevlîheviya ku li Efganistanê bi giştî çêkiriye û nexasim li balafirgeha Kabulê wekî binkeftina mezin a siyaseta Amerîkayê dibîne û henekê xwe pê dike. Sedema din jî aborî ye. Ji ber ku ji berê ve dixwaze ji berhemên binerd ên li Efganistanê wekî petrolê û madenên ku dikevin çêkirina erebeyên kehrebeyê, sûdê bigire, nemaze ku Çîn di çêkirina wan erebeyan de welatê herî pêşketî di cîhanê de ye. Lê li aliyekî din, ew ê hîna li hemberî xeteriya Talîbanê hişyar be. Ji ber ku Efganistan li hemberî kantona Şînçiyang e ku piraniya niştecihên wê Uygurên Misliman in.

Ji bo Rûsyayê jî ku di dema şerê sar de Talîbanê bi destekdayîna Amerîkayê şerê Sovyetê kir, niha bi destekdayîna Moskovê şerê rojavayiyan dike. Rayedarên amerîkî ji berê ve ragihandibûn ku Rûsya hewl dide Talîbanê rewa bike, da ku pê şerê NATO`yê ya bi serkêşiya Amerîkayê bike. Di rastiyê de û li ser erdê jî peywendiyên Rûsya bi Talîbanê re hebûn. Rûsya ya ku ji berê ve şerê bi welatên rojavayî re, gelek wendahî dan, niha neçare ku xema parastina sînorên xwe bixwe. Nexasim ku Rûsya û hevalbendên wê Ozbakistan, Tacakistan û Turkmenistan ên cîranên Efganistanê li heman cografiyeyê ne. Rûsyayê hişyarî da ku DAIŞ hêza xwe li bakurê Efganistanê bi cih bike û bi wê yekê xeteriya terorê ji nû ve vegere. Hebûna nêzî 3 hezar çeteyên DAIŞ yên ji nasnameyên erebî û ji Asya Navîn û ji nasnameyên din li wê derê, dihêle ku li Efganistanê cihekî metirsiyê bimîne. Dibe ku Rûsya xeteriya Talîbanê wekî derfetekê ji bo vegerandina serweriya xwe li ser welatên kevn ên Yekitiya Sovyetê bi kar bîne.

Îran ku sînorê wê bi Efganistanê re nêzî hezar kîlomtere ye, lêvegera mezin a Şîa ye, ku hejmareke mezin ji Şîa li Efganistanê dijîn û ji berê ve ji aliyê Talîbanê ve dihatin kuştin û îşkence li wan dihat kirin. Îran, ya ku ji bo avakirina hîlala şîa hêzên xwe li Sûriye û Iraqê bi cih kirine, îro ji bo parastina Şî`iyên li Efganistanê tiştekî nake. Berovajî wê ragihand ku ew dixwaze têkiliyên baş bi welatên cîran –Efganistanê- re deyne. Ev yek nîşan dide ku Îran a îdiaya parastina Şîa dike, di rastiyê de tenê bi berjewendiyên xwe difikire.

Ruxmî ku tevgera Sunî (Talîban) û îran ya Şîa dijberî hev in jî, lê belê di dîrokê de Îran hevalbendekî aktîv ê Talîbanê bû. Gelek bûyerên ku qewimîne vê rastiyê piştrast dikin. Ji serokê El-Qaîde Eymen Zewahirî ve bigire, heta destekdayîna leşkerî ji Talîbanê re ji bo şerê li dijî Amerîka û xwedîderketina li malbata Usama Bin Ladin. Li Iraqê jî tevgerên îslamî li dijî hêzên Amerîkayê bi kar dianîn.

Di şerê 20 salan ê li Efganistanê de, bi deh hezaran hatin kuştin û bi milyonan bê cih û war man.

Li gorî raporên ku tên belavkirin, di şer de zêdetirî 2300 leşkerên amerîkî hatin kuştin. Her wiha zêdetirî 450 leşkerên Brîtanî û bi sedan leşkerên ji nasnameyên din hatin kuştin.

Lê belê, wendahiyên herî mezin yên gelê Efgan bû. Li gorî hin raporan, zêdetirî 60 hezar leşkerên Efgan di şer de hatin kuştin. Rapor her wiha destnîşan dikin ku ji destpêka 2009`an ve, nêzî 111 hezar sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.

Dibe ku Tevgera Talîbanê ku desthilat desteser kiriye, bibe hikumetek rewa –herî kêm hin aliyên herêmî rewatiyê bidinê- û bibe aliyekî ku danûstandin pê re bên kirin. Ji ber ku desteserkirina hemû herêmên Efganistanê di hefteyekê de û bêyî şer an berxwedan ji aliyê hêzên Efgan ve,  encama peymanên navneteweyî û berjewendiyên cuda ye. Derketina serokwezîr Eşref Xenî jî vê yekê piştrast dike. Talîban wê Efganistanê bi rêve bibe, lê li gorî şertên ku berê bi hin welatan re li ser li hev kiriye. Ya ku derdikeve holê ew e ku bi Talîban re wê Efganistan veguhere Îmarateke Îslamê û bi hezaran terorîstên radîkal wê lê kom bibin. Wê demê, dibe ku koalîsyoneke navneteweyî li dijî wê bê avakirin.

Helbet, bersiva van pirsan wê bi demê re eşkere bibe.

ANHA