Şênî bang li PDK`ê dikin; dev ji xiyanetê berde

Şêniyên Dêrikê bang li PDK`ê kir ku ji ber çi tev li êrişên qirkirin û dagirkirinê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dibe bila sedemên wê şîrove bike.

Şênî bang li PDK`ê dikin; dev ji xiyanetê berde
18 tebax, 2021   23:34
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Ji 23'ê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya rasterast a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî Başûrê Kurdistanê dike. PDK`ê hêzên xwe yên taybet şandin qadên Hêzên Parastina Gel (HPG) û di 26 'ê Tîrmehê de li dijî komeke gerîla êriş pêk anî û di encamê de 3 gerîla şehîd bûn.

HPG`ê bi qehremanî li hemberî êrişên tunekirin û dagirkirinê yên dagirkeriya Tirk ên li ser Başurê Kurdistanê li ber xwe da. Gelê Kurd û Kurdistanê piştgiriya vê berxwedanê didin û piştrast dikin ku ev berxwedan li hemberî Dahakê serdemê Erdogan, berxwedaneke dîrokî ye.

Wesfa Murad ji şêniyên Dêrikê yê girêdayî herêma Cizîrê ye, têkildarî mijarê got: “Ji 23`yê Nîsanê ve dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Hemû pêkhateyên herêmê, saziyên hiqûqî, rûspî û partiyên siyasî van êrişan şermezar dikin. Lê PDK`ê piştgiriya xwe bi dewleta Tirk a faşîst re ranawestîne.”

Wesfa diyar kir ku ruxmî bangewaziyan û hişyariyan lê PDK`ê biryardar e ku destekê bide dewleta Tirk a faşîst û tu helwestekê li hemberî êrişên li dijî çeperên HPG`ê nîşan nade.

DIVÊ PDK`Ê SEDEMÊN HELWESTA XWE ŞÎROVE BIKE

Wesfa destnîşan kir ku tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê tê wateya tunekirina hebûna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê. Her wiha piştrast kir ku li gel pêvajoya heyî, divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê helwesta xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk nîşan bide û ji ber çi tev li van êrişan dibe şîrove bike.

Wesfa wiha domand: “PDK`ê bi van tevgerên xwe xiyanetê li gelê Kurd û destkeftiyan dike ku bi saya xwîna şehîdan ne tenê li Rojava lê belê li Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin. Ji ber helwesta wê kurd parçe bûne. Ji ber wê divê malbata Berzanî ji van komployan û êrişên li dijî gerîla dûr keve û bi planên dewleta Tirk neyê xapandin.”

Wesfa îşaret pê kir ku helwesta PDK`ê zirarê dide gelê Kurd û doza wî û ji ber wê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku helwestên xwe ji êrişan nîşan bidin û fişarê li PDK`ê bikin ku helwesta xwe biguherîne.

Li gorî şêniyê bi navê Mihemed Ebdulezîz gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û derfeteke dîrokî û çarenûsî heye bi taybet li gel nêzîkbûna salvegera 100`an a lihevkirina Lozanê ku Kurdistanê kir çar parçe û ji aliyê dewletên ku nexwedî tu taybetmendiyên mirovî yan jî exlaqî ne hat dagirkirin.

Ebdulezîz bang li PDK`ê kir ku dev ji xiyanetê berde û ji şerê birakujî dûr keve û wiha axivî: “Heta kengî hûnê li rex dijminan li dijî gelê xwe bisekinin? Heta kengî hûnê di çavê gelê Kurd de ajan û xayîn bibînin?”

30 SAL IN PDK`Ê LI TANKÊN DEWLETA TIRK SIWAR DIBE

Ebudlezîz got: “Beriya niha jî PDK`ê li dijî pêşmergeyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li tankên Sadam Hisên siwar bû û di encamê de bi hezaran pêşmerge şehîd bûn. Li nexweşxaneya Hewlêrê bi sedan birîndarên gerîla bûn qurbana siyasetên PDK`ê. Bi sedan pêşmergeyên Rojhilat radestî istixbarata Îranê kirin.”

Ebdulezîz diyar kir ku PDK`ê ji 30 salan ve û heta niha li tankên dewleta Tirk siwar e û pêş ve diçe da ku êrişî Qendîl û HPG`ê bike ku di dîroka gelê Kurd de destanên lehengiyê nivîsandin.

Her wiha Ebdulezîz ev yek li gotinên xwe zêde kirin: “Gelo PDK`ê wê heta kengî li ser xeta xiyanetê bimîne? Dem hatiye ku ji xewa xwe şiyar bibe û guh bide şîret û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan û kongreya nîştimanî ya Kurdistanê li dar keve. PDK`ê hewldanên lidarxistina kongreyê li Silêmaniyê bi bin xistin ku 63 partiyên kurd tê de beşdar bûbûna. Wê demê rê neda ku partiyên girêdayî wê tev li kongreyê bibin. Ji ber wê kongre lidar neket.”   

PDK`Ê HEWLDANÊN PÊKHATINA YEKITIYÊ ASTENG DIKE

Ebdulezîz destnîşan kir ku PDK`ê hemû hewldanên pêkanîn yekitiyê asteng dike û wiha pê de çû: “Em bang lê dikin ku xiyaneta xwe ya li dijî gelê Kurd rawestîne. Ji bo rizgarkirin û azadiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kar bike.”

Ebdulezîz bang li PDK`ê kir ku hêzên xwe ji Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişîne, gerîla tengav neke, parastina Başûrê Kurdistanê bike û xizmeta dewleta Tirk a faşîst neke û bi bîr xist ku PDK`ê Kerkûk ji Heşid El-Şebî re hişt beyî ku guleyekê biteqîne.

Di dawiyê de Ebdulezîz destnîşan kir ku PDK`ê Şengal û bi hezaran jin radestî DAIŞ`ê kirin beyî ku guleyekê biteqîne û wiha domand: “Gelo çima wisa dike, xizmeta kê dike? Ev ne tenê pirsa min e. Gelê Kurd dipirse çima xiyanetê dike û xizmeta ajandeyên dewleta Tirk dike? Çima pêşmerge tev li êrişên li dijî gerîla dibe li şûna ku jinên Şengalê û herêmên dagirkirî rizgar bike?!”

(şx)

ANHA