Li Calal Abad ê Efganistanê xwepêşandan; 3 kes hatin kuştin

Ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre şahidan, ragihand ku di encama xwepêşandana li dijî Tevgera Talîbanê  li bajarê Calal Abad ê paytexta wîlayeta  Langarhar a Efganistanê xwepêşananek hat lidarxistin, herî kêm 3 kes hatin kuştin.

Li Calal Abad ê Efganistanê xwepêşandan; 3 kes hatin kuştin
18 tebax, 2021   13:42
NAVENA NÛÇEYAN

Reutersê li ser zimanê şahidan eşkere kir ku di xwepêşandana li dijî Talîbanê ya li bajarê Celal  Ebad ê paytexta Langarhar a Efganistanê de herî kêm 3 kes hatin kuştin.

Îro li wîlayeta Langarhar a rojhilatê Efganistanê xwepêşandanek hate orgenîzekirin, bi wê re li gorî dezgehên çapemeniyê endamên Talîbanê gule li xwepêşandêran reşandin.

Ajansa Pajhwok destnîşan kir ku dema rojnamevanên wê û kanala Ariana News xwestin rojevê bişopînin, endamên Talîbanê ew asteng kir û li wan da.

Piştî 3 mehan ji vekişandina hêzên navneteweyî ji Efganistanê, tevahî wîlayetên Efganistanê roja yekşemê ketin û serok Eşref Xenî ji welat reviya û desthilat ji tevgerê re hişt.

(eh)