Kongreya Star ji Rêxistina Jinên Şoreşger a Efganistanê re peyamek şand

Kongreya Star ji Rêxistina Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) re peyamek şand tê de piştgiriya xwe jê re nîşan da û da zanîn ku ew ji bo piştevaniya jinên efganistanî di van rewşan de amade ye. Rêxistina RAWA jî spasiya kongreyê kir.

Kongreya Star ji Rêxistina Jinên Şoreşger a Efganistanê re peyamek şand
18 tebax, 2021   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser paşxaneya radestkirina desthilatê ji tevgera Talîbanê ya tundraw a li dijî azadiya jinan re, Kongreya Star peyamek ji rêxistina RAWA re şand û piştgiriya xwe jê re nîşan da.

Di peyamê de Kongreya Star piştgiriya xwe ji Efganistanê re piştî desthilata Efganistanê kete destê Talîbanê nîşan da.

Kongreya Star eşkere kir ku ji wê çi we re xwestin da ku piştevaniya vê dozê bike û alîkariya jinên efganistanî bike amade ye.

Rêxistina RAWA jî spasiya xwe ji Kongreya Star re nîşan da û da zanîn ku Kongreya Star ji bo wan gelekî girîng e û pê serbilind in. Her wiha rêxistina RAWA got ew niha di rewşên dijwar û tarî de dijîn, lê belê xebatên xwe yên berxwedan û têkoşînê li Efganistanê ranawestînin.

Hevgirtin û piştgiriya navneteweyî bi jinên têkoşer re pir girîng e, ji ber rejîma mêrdestiyê û kapîtalîzmê li her derê êrişî jinan dikin, ji lew re rêxistin û berxwedana li dijî wan pêwîst e. Ji bo wê Kongreya Star têkoşînê dike û hewl dide yekitiyê bi tevahî jinên cîhanê re çêke.

(fr)

ANHA