Meclisa Zorava êrişa li ser Şengalê şermezar kir

Meclisa Zorava ya Şamê êrişa li ser Şengalê şermezar kir û bi berdewama `plana DAIŞ`ê ya qirkirina civaka êzidî` bi nav kir.

Meclisa Zorava êrişa li ser Şengalê şermezar kir
18 tebax, 2021   13:31
ŞAM

Meclisa Zorava ya Şamê têkildarî mijarê daxuyaniyek da raya giştî. Endama Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Şamê Zêneb Mihemed Mikaîl daxuyanî xwend. Bi dehan şêniyên taxê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk ên kirêt li dijî Şengalê bi dawî nebûn û dewleta Tirk ji vê yekê armanc dike şêniyan ji wê axa pîroz bide koçberkirin û plana DAIŞ`ê ya qirkirina civaka êzidî temam bike. Her wiha bêdengiya hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê ya li hemberî van êrişan hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku qirkirin li dijî dîrok û gelê Şengalê ji sedan salan ve berdewam e û hedefgirtina Seîd Hesen û biraziyê wî û birîndarkirina 3 sivîlan hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev yek hat gotin: “Li hemberî van êrişan divê em bibin yek. Divê hemû piştgiriyê bidin civaka êzidî ya berxwedêr bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YCLbCX0dEoE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>