'Bexda, Hewlêr û Şam berpirsên êrişên li dijî Şengal û Zirganê ne '

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê da zanîn ku hikumetên Bexda, Hewlêr û Şamê berpirsên êrişên li dijî Şengal û Zirganê ne.

'Bexda, Hewlêr û Şam berpirsên êrişên li dijî Şengal û Zirganê ne '
18 tebax, 2021   12:26
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Şengalê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di demên dawî de balafirên artêşa Tirk navenda bajarê Şengalê bombebaran kir û di encama wê de fermandarekî YBŞ`ê Seîd Hesen û biraziyê wî ku ew jî şervanê YBŞ`ê bû, şehîd bûn. Duh jî balafiran nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê bombebaran kir û di encama wê de 8 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker duh navçeya Zirganê topbaran kir di encama wê de zarok û jinek şehîd bûn û şênî ji ber topbaranan bêserûber li ser malên wan, koçber bûn.

Têkildarî mijarê, Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da û tê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û navçeya Zirganê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka yekitiyê Xedîce Îbrahîm ve li pêşiya Meclisa Edaletê ya bajarê Qamişloyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di salvegera komkujiya Şengalê de ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de hate kirin, dewleta Tirk a faşîst sûcekî nû li sûcên xwe yên qirkirina etnîk û komî zêde kir.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk di 16`ê Tebaxê de careke din êriş pêk anî û di encama wê de zarok, jin û kalepîr şehîd bûn, her wiha binesaziya çavkaniyên jiyanê, nexweşxanaya Sikêniye bi ser birîndaran de hilweşandin û hê jî li cenazeyên wan digerin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî civaka êzidî bi bîr xistin û got: "Împratoriya Osmaniyan  di dîroka xwe ya reş de, gelek komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn. Her wiha dewleta Tirk komkujiya 3`yê Tebaxa sala 2014`an pêk anî."

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku tişta dewleta Tirk di nava 2 rojên dawîn de li dijî Şengalê pêk anîn, sûcekî navneteweyî ye û gihaştiye asta qirkirina komî û etnîk û yek ji armancên dewleta Tirk a sereke tunekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Her wiha hate piştrastkirin ku dewleta Tirk hemû pîvan, peyman û qanûnên navneteweyî binpê dike .

Yekitiya Parêzeran di daxuyaniya xwe de behsa topbarana dewleta Tirk li ser navçeya Zirganê kir û diyar kir ku di encama wê de sivîl hatin kuştin.

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê di dawiyê de diyar kir ku tişta ku li Şengal û Zirganê diqewime, sûcekî navneteweyî ye ku li dîroka reş a dewleta Tirk zêde dibe, her wiha bêdengiya hikumetên Bexda, Hewlêr û Şamê şermezar kir û got ev yek îxaneta li dijî xak û gel e.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aS7019A3zcU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>