2 zarokên efrînî li Şehbayê bi bermahiyên çeteyan birîndar bûn

Li gundê Mezari Til Şiîr ê kantona Şehbayê mayinek ji bermahiyên DAIŞ`ê bi 2 zarokan ve teqiya, di encamê der her du zarok birîndar bûn.

2 zarokên efrînî li Şehbayê bi bermahiyên çeteyan birîndar bûn
18 tebax, 2021   12:17
ŞEHBA

Duh, dema zarokên bi navên Ehmed Reşo (12) û Mistefa Nûrî Hebeş (15) li derdora mala xwe ya li gundê Mezari Til Şiîr yê bajarokê Babinis ê kantona Şehbayê dilîst, mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bi wan ve teqiya.

Zarokên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê.

Li gorî bijîşkan, rewşa Ehmed Reşo giran e û hîna di bin çavdêriyê de ye, Mistefa Hebeş jî bi sivikî birîndar bûbû.

Bavê Ehmed Reşo, Ehmed Menan Reşo ji ajansa me re got: “Duh dema her du zarokan li derdora malê dilîst, mayinek bi wan ve teqiya û kurê min bi giranî birîndar bû.”

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KR9h6atkGvQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>