'Divê dewletên garantor li hemberî van pêşketinên xeter bi berpisyariya xwe rabin'

PYD`ê topbarana dewleta Tirk a li ser navçeya Zirganê şermezar kir û got armanc têkbirina ewlehî û aramiyê ye û bang li dewletên garantor kir ku bi berpirsiyariya xwe rabin.

'Divê dewletên garantor li hemberî van pêşketinên xeter bi berpisyariya xwe rabin'
18 tebax, 2021   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD`ê îro têkildarî topbarana dewleta Tirk a duh li ser navçeya Zirganê daxuyaniyek da. PYD`ê di daxuyaniyê de got ew karekî terorî ye û nayê qebûlkirin.

Daxuyanî wiha ye: "Hêzên dewleta Tirk jinûve dest bi karên dijminahî kirin. Bi dijwarî navçeya Zirganê û derdora wê ku sivîl di wan de dijîn topbaran kir û di encama wê de sivîl şehîd bûn ji wan jî jin û zarok her wiha gelek birîndar û zerarên madî jî çêbûn.

Ev karekî dijminahî ye û li beramberî wê civaka navneteweyî bêdeng e. Armanca kiryarên bi vî awayî têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye. Her wiha gel û pêkhateyên ku di nava aştî û aramiyê de dijîn, dike hedef.

Em êrişên dewleta Tirk li dijî sivîlan şermezar dikin. Em bang li dewletên garantor dikin ku bi berpirsiyartiya xwe der barê geşedanên xeternak rabin.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi lez têkeve tevgerê da ku binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne."

(bx)

ANHA