Gerîlayan li Geverê li wesayiteke zirxî da

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê gerîla li wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk dan û di encamê de hejmareke dagirker hatin kuştin.

Gerîlayan li Geverê li wesayiteke zirxî da
17 tebax, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, roja 16'ê Tebaxê li navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên gerîla çalakiyek kirin.

Hate ragihandin ku di navbera qereqolên Wargenima û Kendalokê de li wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a bi tîpa Kîrpî hate xistin.

Di çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê hîn daxuyanî nedaye.