Ruxmî danûstandinan jî li Derayê şer berdewam e

Duh êvarê li gundewarê rojhilatê Derayê di navbera çekdarên xwecihî ji aliyekî ve û hêzên hikumeta Şamê ji aliyekî din ve, şer derket.

Ruxmî danûstandinan jî li Derayê şer berdewam e
17 tebax, 2021   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh êvarê li ser benda kontrolê ya Seyda ya li gundewarê rojhilatê Derayê di navbera çekdarên xwecihî û hêzên hikumeta Şamê de şer derket. Di şer de çekên RBG jî hatin bikaranîn. Agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatin bidestxistin.

Li aliyekî din, hemwextî aramiya li Derayê hêzên hikumeta Şamê derdora bajarê Tefes ê bakur rojavayê Derayê hedef girt.

(cx)