Rojnameyên erebî: Çekdarên li Derayê pêşniyara Rûsya red kirin

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Dera, civîna Bexdayê û rewşa Efganistanê kir.

Rojnameyên erebî: Çekdarên li Derayê pêşniyara Rûsya red kirin
17 tebax, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

"NEXŞERÊYA RÛSÎ" YA JI BO ÇARESERKIRINA REWŞA DERAYÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa pêşniyara Rûsya li Derayê kir û wiha nivîsî: "Di nexşerêya ku ji aliyê Rûsyayê ve hate pêşkêşkirin de, hinek bendên wekî jinûve aktîfkirina saziyên hikumetê li Dera El-Beled, avakirina komîteyan da ku erkên kişandina çek û cebilxanyê pêk bînin, hebûn. Çavkaniyên herêmî ji Dera El-Beled got, ji ber pêşniyaran rewşeke parçebûnê li herêmê heye.

Di pêşniyara Rûsî de ku Şerq El-Ewsat kopeyek jê bi dest xist, wiha hate gotin: "Avakirina navendeke hevbeş da ku rewşa li Dera El-Beled bişopînin, pêkanîna nexşerêyê bi hevkariya nûnerên wezareta parastina Rûsya, wezareta parastina Sûriyê û hêzên ewlehiyê û îstixbaratan. Dewriyeyên hevbeş yên Sûrî-Rûsî li derdora Dera El-Beled werin meşandin. Her wiha navendek ji bo çareserkirina rewşa çekdarên ku xwesteka wan a derketinê heye ji bilî çekdarên rêxistina DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra, were vekirin.

Berdevkê komîteyên danûstandinan li Derayê parêzer Ednan El-Musalime got piştî civîna roja yekşemê, navenda koordînasyonê hate avakirina da ku danûstandin û diyalogên ji bo çareserkirina rewşa Dera El-Beled bi rêbazên aştiyane, bi rêxistin bike, çavdêriya rewşê bike û pêkanîna nexşerêya ku Rûsya pêşkêş kiriye, bişopîne.

Navenda koordînasyonê ji cîgirê serokê Navenda Rûsya ya Aliyên Şer, nûnerê Wezareta Parastinê, nûnerên saziyên ewlehiyê li Dera û nûnerê komîteya navendî ya danûstandinan li Derayê, pêk tê.”

NÎŞANEYÊN NAKOKIYAN DI NAVBERA HIKUMETA IRAQÊ Û HEŞD ŞABÎ DE

Têkildarî vexwendina Sûriyê ji civîna Bexdayê re rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Nîşaneyên nakokiyên di navbera hikumeta Iraqê û Heşd Şabî de ku weke desteyeke fermî di nava saziyên dewleta Iraqê de ye, der barê vexwendina Sûriyê ji civîna Bexdayê re, derketin holê. Civîn wê di dawiya meha Tebaxê de li Bexdayê were lidarxistin. Hikumeta Mistefa Kazimî bi hêvî ye ku ev yek bibe destkeftiyeke diplomatîk û wê weke gaveke mezin ber bi jinûve vegerandina Iraqê ber bi cihê wê yê berê di navbera dewletên herêmî û cîhanî de, pêk bîne."

Hikumeta Iraqê vexwendina Sûriyê ji civînê re paşguh kir û ev jî ji ber ku hêzên ji bo civînê hatine vexwendin di nav de Fransayê itîrafê bi rejîma Serokê Sûriyê Beşar El-Esed nakin. Lê desteya Heşd Şabî bi însiyatîfa xwe û bi rêya serokê desteyê Falih El-Feyad re vexwendin ji Şamê re şand.

Ji aliyê Sûriyê ve jî ajansa SANA got, serokê Sûriyê El-Esed peyamek ji serokwezîrê Iraqê der barê civîna dewletên derdor ku di dawiya Tebaxê de li Bexdayê dê were lidarxistin, wergirt.

LI BALAFIRGEHA KABULÊ TEVLÎHEVIYEK MEZIN, CÎHAN BENDEWAR E

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Efganistanê kir û wiha nivîsî: “Piştî çend saetan ji ketina Kabulê di destê Talîbanê de, têkçûna hêzên hikumetê û derketina serok Eşref Xenî ji welêt, Washingtonê der barê rewşa ewlehiyê li balafirgeha Kabulê û îhtimala ku çekdarên Talîban êrişî leşkerên Amerîkayê yên li balafiregehê bikin de, mestirsiyên xwe anî ziman. Li hemberî geşedanên dawîn, helwestên aliyên navneteweyî yên cuda derketin.

Li gorî Sky News Erebiyê, Berdevkê Fermandariya Navîn a Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku rewşa ewlehiyê li balafirgeha Kabulê xirab e û destnîşan kir ku dibe di her demê de bê guhertin. Çavkaniyên leşkerî yên Amerîkayê jî gotin Talîban niyet dike êrişî balafirgeha Kabulê bike û bi leşkerên Amerîkî yên li wir re bikeve şer, bi wê yekê dibe di çend saetên pêşîn de pêşketinên ewlehiyê çêbibin.

Sky News Erebiyê li ser zimanê rayedarekî Amerîkayê wiha got: “Bawer im ku hebûna Amerîka li Efganistanê wê di 3 rojên pêşîn de bi dawî bibe.”

Li gorî dîmenên li ser malperên medya dijîtal hatine belavkirin, li balafirgehê tevlîheviyek mezin diyar dibe, bi hezaran efganan xwe li balafiran girtibûn û hejmareke ji wan ji asîman ve ketibûn xwarê.

Îro têkildarî rewşa Efganistanê, wezîrên Yekitiya Ewrupayê civînekê li dar dixin. Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Xiristiyan gotibû ku vekişîna hêzên biyanî ji Efganistanê, binkeftina herî mezin di dîroka NATO`yê de ye.”

(bx-cx)