​​​​​​​'Divê em destê xwe bixin destê hev û tecrîdê bişkînin'

Endamên navenda Çand û Huner a navçeya Sirînê got: “Divê em destê xwe bixin destê hev, tirsê bişkînin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî rakin da ku hemû komployên li dijî me têne kirin, têk bibin.”

​​​​​​​'Divê em destê xwe bixin destê hev û tecrîdê bişkînin'
17 tebax, 2021   08:35
KOBANÊ

Têkildarî tecrîda ku dewleta Tirk di girava Îmraliyê de li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike hunermendên navenda Çand û Hunerê ya Sirînê ji ANHA`yê re axivîn.

'GELÊ KURD BI FIKIR Û FELSFEYA RÊBERTÎ XWE NAS KIR'

Ji rêveberên navenda Çand û Huner a navçeya Sirînê Rojîn Elî diyar kir ku dewletên faşîst her tim dixwazin gelan qir bikin û ji bo pêkanîna vê yekê jî rêya hesan hildibijêrin. Her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd ji destpêka ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kir xwe nas kir û  vê yekê jî hêrsa dewleta Tirk anî.

Rojîn Elî wiha domand: "Kesê ku rêya rast nîşanî me dida di girtîgehê de ye û tecrîdeke giran li ser wî tê ferzkirin. Lê tevî vê yekê jî em bi bawerî li ser rêya ku ji me re diyar kiriye, dimşin. Tu tişt îradeya me naşkîne. Ji ber rêber Ocalan vê yekê dixwaze. Divê em hunermend û gel dengê xwe bilind bikin, destê xwe bidin hev, tirsê bişkînin û tecrîdê rakin da ku tevahî planên ku li dijî me têne kirin, têk bibin."

 ‘DIVÊ EM PIŞTGIRIYA GERÎLA BIKIN'

Sazvanê bi navê Şikrî Henîfî jî anî ziman ku plana dewleta Tirk yek e ew e ku rê li pêşiya Kurdan bigre da ku neghêjin armanên xwe û azadiya xwe bidest nexin û wiha domand: "Ji bo vê yekê jî tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û êrişî çiyayên Kurdistanê dike, armanca wê ji vê yekê ku îradeya berxwedêr û parasvanên rûmeta wan çiyayan, bişkîne. "

Şikrî Henîfî anî ziman ku dewleta Tirk ji beriyê sedsalî ve bi peyamên ku li dijî Kurdan îmze dike û ew koçber kir, dixwaze herêmên Kurdan dagir bike û got: "Em hunermend divê li hember planên dewleta Tirk bisekinin ku armanca wan qirkirina me, qirkirina deng û hunera me ye. Divê em çalakiyan lidar bixin û moralên gerîla bilind bikin da ku zanibin ku hemû Kurd piştgiriya berxwedana wan dike."

 ‘FIKIR Û FELSEFEYA RÊBERTÎ RÊYA YEKANE YA BER BI AZADIYÊ VE YE‘

Hunermend Mistefa Elî jî wiha axivî: "Rêber Abdullah Ocalan mejiyê Kurdan e. Ev ne li gorî planên dewletên faşîst e. Ji ber vê yekê  dewletên faşîst hewl didin bi rêya derxistina şerê mezhebî paşketinê di nava gelan de belav bike."

Elî destnîşan kir ku armanca ferzkirina tecrîdê li ser rêber Ocalan rê li pêşiya hewldanên gelê herêmê ên dekretina ji paşketinê bigirin.

Mistefa Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku dewleta Tirk di ferzkirina tecrîda li ser rêbertî û şikenandina îradeya gel de bi bin ket dîn û har bû. Ji ber wê jî êrişî çiyayên Kurdistanê dike. Lê ew di vê yekê de jî têk çû. Divê em hunermend rola xwe di şikenadina tecrîda li ser Rêber Ocalan de bilîzin. Ji ber fikir û felsefeya wî rêya yakene ya ber bi azadiyê ve ye."

(bx)

ANHA