​​​​​​​Cenazeyê fermandar û şervanê YBŞ'ê bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyên Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda ku ew jî şervanê YBŞ’ê ye, gihişt Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan û bi merasîmek girseyî spartin axê.

​​​​​​​Cenazeyê fermandar û şervanê YBŞ'ê bi merasîmekê hatin veşartin
16 tebax, 2021   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker îro saet derdora 12.00’an de li navenda Şengalê li rêya sûka kevin wesayîtek YBŞ’ê bombebaran kir. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrişê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûne û 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûne.

Cenazeyên Fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda piştî ku veguhestin nexweşxaneya Şengalê, ji bo otopsiyê birin Musilê. Cenazeyên Seîd Hesen û Îsa Xwedê de di vegera otopsiyê de li ser riya Telafer ji aliyê sedan kesan ve bi karwanekî seyareyan hatin pêşwazîkin.

Cenaze piştre bi karwanê seyareyan birin mala malbatên Hesen û Xwedêda. Piştre jî cenaze bi karwanekî mezin û tevlibûna hezaran kes birin Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê.

Cenazeyên her du şehîdan dibin dirûşman de gihişt şehîdgehê û li vir ji bo cenazeyên şehîdan merasîmek leşkerî hat li darxistin.

Di destpêkê de li ser navê Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî axivî. Hebabî got, “Di vê meha Tebaxê ya reş de, bi êşek mezin, lê bi kîneke mezin em du qehremanên xwe ku serê xwe di rêya Tawisê Melek de oxir kirin, dispêrin axê. Hevalê Seîd di nava civaka Êzidî de gelek dihat heskirin. Ji bo civaka Êzidî destê xwe bide hev û bibin tifaq, her wiha ji bo tolhildana fermana 73’an şev û rojên xwe kiribû yek û di nava têkoşînê de bû. Hevalê Îsa jî ji destpêka fermanê ve di nava têkoşînê de bû û heya roja dawî di nava vê têkoşînê de li ber xwe da.”

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî diyar kir ku êdî tu hêviya wan ji hikûmeta Iraqê nemaye û got; “Pêwîste hikûmeta Iraqê li hemberî van êrişan bêdeng nemîne, lê em ê hêviyên xwe ji hikûmeta Iraqê qût bikin. Eger dewletek bi navê Iraqê hebe, wê dewleta Tirk a dagirker û faşist nikaribûya sinorên wê derbaske û gelê me bike hedef.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm jî axivî û diyar kir, Şehîd Seîd ji malbatek berxwedêr û têkoşer bû. Heso got, “Malbata heval Seîd û heval Îsa di dîrokê de li ber xwe dane. Çawa di dîrokê de bav û kalên wan li ber xwe dan, îro jî Heval Seîd û Îsa li ber xwe dan. Her du heval ji binemala Mihemayê Evdo bûn. Herkes dizane ku çawa Mihemayê Evdo êrişê ser artêşa Ferîq Paşa kir û civaka Êzidî di parast.  Her du hevalên şehîd ji dema fermanê heya roja îro bi heman şêwazî gelê Êzidî parastin.”

Piştî axaftinan cenazeyên şehîdan dibin dirûşmên “Şehîd namirin” de spartin axê û merasîm bi dawî bû.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/jwEoXwyHqwM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>