Neteweyên Yekbûyî: Divê hikumeta nû ya li Efganistanê yekgirtî be

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku hikumeta nû muzakereyan pêk were bang kir ku bila înisîyatîfek were avakirin. Konseya Ewlekariyê got “Divê hikumeta nû yekgirtî be û ji bo hemû kesan be.”

Neteweyên Yekbûyî: Divê hikumeta nû ya li Efganistanê yekgirtî be
16 tebax, 2021   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îro civiya û piştî civînê got “Ji bo hikumeta nû divê înîsîyatîfek were avakirin û divê ev hikumet yekgirtî be û ji bo hemû kesan be.”

Piştî ku Talîbanê Kabul desteser kir, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî civiya û ji bo ku zextên li ser mafên mirovan û têkiliya xerab a li hemberî mirovan bi dawî bikin, bang kir. Konseyê diyar kir divê şandina alîkariyên mirovî jî neyê astengkirin.