Çeteyan rewşa herêmên dagirkirî eşker kir

 “Dema tu derbasî Serêkaniyê dibî mîna ku tu derbasî eyaleteke tirk bûye”, bi vê hevokê çeteyê bi navê Seed Xilêf rewşa bajarê dagirkirî wesifand.

Çeteyan rewşa herêmên dagirkirî eşker kir
17 tebax, 2021   01:58
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di encama êrişên di 9'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ewlehî û aramî li wan bajaran winda bûn û ji bo bermahiyên çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê bûn strageheke ewle.  Tê de navendên leşkerkirina zarok û ciwanan hatin vekirin da ku wan bişînin Lîbya, Azerbaycan û heta Afganistanê.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temir di 1 'ê Tebaxê de 2 çeteyên girêdayî Firqeya Sultan Murdan bi navê Semîr Nebîl Basîla ku di sala 2005'an de ji taxa Xiwêran a ê Hesekê ji dayik bûye û Seed Xilêf El-Mutalib ku di sala 2002'an de ji gundê Mihkan ê Dêrazorê jidayik bûye girtin.

Seed Xilêf El-Mutalib diyar kir ku rewşa gelê Serêkaniyê yê dagirkirî qet nebaş e û wiha got: "Hêmana leşkerî di nava sivîlan de her tiştî kontrol dike û bi her tiştî kontrol dike."

Çete Xilêf destnîşan kir ku komên çete dikarin her tiştî di nava Serêkaniyê de bike ku di navbera van koman de hatiye dabeşkirin û wiha got: "Her komek eniyek û herêmeke birêve dibe û mafê wan koman heye ku her tiştî bikin ji dizî, talan, qaçaxçîtî, ferzkirina baçan bigire heta bigihêje leşkerkirinê."

Ji komên çete yên li bajêr; Ehrar El-Şerqiyê, Sultan Murad, Mertala El-Cezîre, Tugaya Şehîdên Bedir, Hemzat, Qaqaa, Mertala Hesekê, Mertala Firatê û Tabûra Mutassim. Ev hemû kom di sêrî de Furqeya Sultan Murad zarokan ji bo şer amade dikin.

ÇETEYÊN SULTAN MURDA DIBISTANÊN BAJÊR JI XWE RE KIRINE BAREGEH

Çeteyê Xilêf diyar kir ku navenda sereke ya çeteyên Furqeya Sultan Murad ya li Serêkaniyê dibistanek e ji aliyê kesê bi navê Hemze El-Şakir ve tê birêvebirin ku her tim li Tirkiyê ye û wiha got: "Xwediyê balafireke taybet e ku çeteyan ji Tirkiyê derbasî Lîbya û Azerbaycanê dike."

Xilêf piştrast kir ku çeteyên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra di nava hemû komên çeteyan de yên li Serêkaniyê hene û got, ji ber nelihevkirina li ser dizî û xetên qaçax (qaçaxçitiya kesan û malbatan, xwarin, derman û heşîşê) şer di navbera komên çeteyan de derdikevin û wiha pê de çû: "Di van demên dawîn de di navbera koma El-Mutassim û Ehrar El-Şerqiyê de li ser xeta qaçaxçîtiyê şer derket û di encamê de gelek endamên her du koman hatin kuştin."

Çete Seed Xilêf destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker mudaxeleya van şeran nake.

SERÇETE MADEYÊN HIŞBIRÊ DIFROŞIN ENDAMAN

Seed Xilêf diyar kir ku di nava bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî de bi awayekî eşkere destûr ji madeyên hişbirê re tê dayîn û eşkere kir ku hemû endamên koman madeyên hişbirê bi kar tînin û serçeteyên koman madeyên hişbirê difiroşin çeteyan.

Xilêf her wiha eşkere kir ku li Serêkaniyê gelek baregehên leşkerkirinê yên girêdayîn Furqeya Sultan Murad û Ehrar El-Şerqiye hene û wiha gotina xwe berdewam kir: "Mirovên ji bo li Lîbya, Azerbaycan û Efganîstanê şer bikin tên leşkerkirin. Navên çeteyên li Lîbya û Azerbaycanê hatine kuştin nayên eşkerekirin, tenê dibêjin winda bûne."

Çete Seed Xilêf îşaret pê kir ku hejmara niştecihên resen li navenda bajarê Serêkaniyê  ji sedî 10 derbas nake û yên din malbatên çeteyan in. Her wiha diyar kir ku malbatên iraqî jî hene û got: "Li navenda bajêr dikaneke parfûmê heye, xwediyê wê iraqî ye, berê endamekî DAIŞ'ê bû, paşê tev li Ehrar El-Şerqiyê bû ku bîrdoziya DAIŞ'ê dipejirîne."

DEMA MIROV DERBASÎ SERÊKANIYÊ DIBE PÊ DIHESE KU DERBASÎ EYALETEKE TIRK DIBE

Xilêf got, ji bilî dibistanên ku ji aliyê çeteyên Furqeya Sultan Murad ve veguherîne baregehên leşkerî, hemû dibistanên bajar ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin û ala Tirk li ser wan dibistanan hatine hildan û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Zimanê tirkî bi awayekî fermî li wan dibistanan tê xwendin.  Dema mirov derbasî Serêkaniyê dibêjî qey ku derbasî eyaleteke Tirk dibe. Ji ber ku li wir hejmara tirkan ji hejmara sûriyan zêdetir e."

Seed Xilêf diyar kir ku hemû saziyên li Serêkaniyê;  nexweşxane, dibistan, şaredarî û dezgehên giştî ji aliyê tirkan ve tên birêvebirin û meclisa herêmî ya ku tê gotin tenê şeklî ye û nasnameyan ji bo şêniyên wir derdixe û wiha got: "Nasnameya sûrî nayê naskirin, meclis tenê nasnameyan derdixe. Li ser wan nasnameyan bi tirkî û erebî tên nivîsandin, ji ber ku piraniya bendên li bajêr girêdayî Tirkan in."

Çete piştrast kir ku tu nîşanyên ku bajar sûrî ye tune ye, di jiyana rojane de lîreyê Tirk û dolarê amerîkî tên bikaranîn.

Çeteyê bi navê Seed Xilêf diyar kir ku Serêkaniyê ne ewle ye, rewşa jiyanî tê de dijwar e û bajar e û got: “Niştecih tên çewisandin, lê ji bo ku xwe biparêzin bêdeng dimînin. Beriya demkê an ku piştî ku wan koman  kehrebeyê dizîn şêniya herêma El-Rawiye li dijî wan derketin. Lê çeteyan gule li sivîlan reşandin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/71HrKnvj0f4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>