Rubin: Li Efganistanê karesat rû dide û dê bandorê li dirustbûna Amerîkayê bike

Rayedarê berê yê Pentegonê Michael Rubin rewşa Efganistanê bi “karesat” bi nav kir û piştrast kir ku vekişîna ji Efganistanê dirustbûna Amerîkayê qels kir û dê derfetê bide El-Qaîde û DAIŞ`ê li Efganistanê xurt bibin.

Rubin: Li Efganistanê karesat rû dide û dê bandorê li dirustbûna Amerîkayê bike
16 tebax, 2021   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN- GÎVARA ŞÊX NÛR

Pispor, rojnameyên cîhanî û malperên lêkolînan ên cîhanî destnîşan dikin ku Washingtonê armancên xwe yên derbkirina terorê û belavkirina demokrasiyê piştî bûyerên 11`ê Îlonê, pêk neanîn.

Têkildarî mijarê, ajansa me xwe gihand rayedarê berê yê Pentegonê û lêkolînerê Enîstutuya “American Enterprise” Michael Rubin.

Michael Rubin destnîşan kir ku Amerîka berê xwe da Efganistanê da ku nehêle El-Qaîde cihekî ewle bi dest bixe û got: “Heke hêzên Amerîkayê li wir mabana, dê El-Qaîdeyê nikarîbû baregehan ji bo perwerdekirina terorîstan ava bike. Niha bi çûyîna hêzên Amerîkayê re, El-Qaîde û DAIŞ dikarin xwe li Efganistanê mayînde bikin.”

Rubin got biryara vekişînê biryareke siyasî ya serokê Jeo Biden bû û tenê ew dikare tiştê pê difikirî şîrove bike, her wiha rewşa Efganistanê bi “karesat” bi nav kir.

Li ser pirsa, gelo sîstemeke nû ya cîhanê di bin rêveberiya Amerîkayê de tê avakirin, Rubin wiha bersiv da: “Na, Amerîka êdî kontrola xwe li ser cîhanê wenda dike. Biden pêşbîn dike ku bi vekişînê dê Amerîka karibe bêhtir bi Çîn û Rûsyayê re mijûl bibe. Lê belê ew nafikire ku ew yek lawazbûna Amerîkayê nîşan dide.”

Rubin daxuyand ku çawa Hizbullah wekîlê Îranê ye, Talîban jî wekîlê Pakistanê ye û wiha lê zêde kir: “Helbet, rola Talîban di nêrîna Amerîka ji bo cîhanê de nîn e, lê belê ev rastî ye û divê cîhanê bibîne.”

Rubin da zanîn ku Amerîka dê îtirafê bi sîstema nû ya Talîbanê neke û pêşbîn kir ku Pakistan û Çînê sîstema Talîbanê nas bikin.

Li ser îhtimala vegera Amerîka û NATO`yê ji nû ji Efganistanê re, Rubin ev nirxandin kir: “Bawer nakim ku tevgera Talîban îstiqrara Pakistanê têk bibe, hemû welatên cîranên Efganistanê dê dest bi çekkirina wekîlên xwe yên şer bikin da ku herêmên tampon ava bikin.”

Her wiha Rubin piştrast kir ku vekişîna ji Efganistanê bandorê li dirustbûna Amerîka li cîhanê dike. Li ser pirsa çawaniya sekinandina li hemberî Çîn û Rûsyayê jî, Rubin destnîşan kir ku ev têkçûna siyasetê ye û got: “Xuya ye ku haya Biden ji cîhanê nîne.”

Rayedarê berê yê Pentegonê Michael Rubin wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke terorîstên li Efganistanê wekî 11`ê Îlona 2001`an derb li Amerîkayê xistin, sedî sed wê ji bo tevgerkirinê zext çêbibe. Lê belê ew îhtimal e ku ew tevger tenê bi rêya êrişên hewayî û balafirên bêpîlot be.”

(cx)

ANHA