Çiya Kurd: Pêwîstiya vegera koçberên Efrînê bi garantiya navneteweyî heye

Bedran Çiya Kurd got pêwîstiya vegera koçberên Efrîna dagirkirî bi garantiya navneteweyî û planên ewlehiyê heye.

Çiya Kurd: Pêwîstiya vegera koçberên Efrînê bi garantiya navneteweyî heye
16 tebax, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

PYD`ê li bajarê Bonn yê Almanyayê panelek lidar xist. Di panelê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xwser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî û diyar kir ku ew bi vegera koçberên Efrînê re ne, lê rewşa heyî xeteriyekê li ser jiyana kesên ku vedigerin, çêdike.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku pêwîstiya vegera koçberan bi garantiya navneteweyî û planên ewlehiyê hene û wiha dewam kir: "Di heman demê de, divê mal û milkên welatiyên yên ku hatine dizîn, vegerînin."

Çiya Kurd destnîşan kir ku ji sala 2018`an ve rojane kuştin û revandin li Efrînê çêdibe.

Çiya Kurd banga yekrêziya xebatê li Kurdistiyan kir da ku sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî eşkere bikin û got divê li her devrê çalakiyan lidar bixin.

Her wiha Bedran Çiya Kurd bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser û ev nirxand kir:" Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama îradeya gelên herêmê ye. Tevî ku ev demeke ne dirêj ava bûye, lê Rêveberiya Xweser îsbat kir ku ew baştirîn nimûne ye ku bibe bingeheke niştîmanî ya Sûriyê ji bo çaresrekirina aloziya Sûriyê."

'RÊVEBERIYA XWESER DI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ RE DERBAS DIBE'

Çiya Kurd behsa pêvajoya heyî ku Rêveberiya Xweser têre derbas dibe kir û ew bi pêvajoya dîrokî binav kir û wiha domand: "Pêvajoya heyî ku em têre derbas dibin ji bo me pêvajoyeke dîrokî ye. Ji aliyekî ve Rêveberiya Xweser ber bi itîrafê ve diçe û di aliyê siyasî de zêdetir berfireh dibe. Ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide vê tecrubeyê tune bike û tundrawiyê li herêmê belav bike wek ku çawa li herêmên dagirkirî yên bakurê welêt dike."

Çiya Kurd wiha dewam kir: "Rastiya yekane ku nayê înkarkirin ku bêyî Rêveberiya Xweser û îradeya pêkhateyên wê aloziya Sûriyê çareser nabe. Sedema sereke ku alozî dirêj bûye destwerdana aliyên herêmî û hewldanên wê ku vê aloziyê li gorî berjewendiyên xwe û li ser hesabê gelê Sûriyê, bikar bînin."

Bedran Çiya Kurd di axaftina xwe de behsa cûdahiya bingehîn di navbera qanûna 107`an a 2011`an ku ji aliyê hikumeta Şamê derket û di navbera Rêveberiya Xweser de kir û got:"Rêveberiya Xweser weke projeyekî ku taybetmendiyên wî yên civakî, siyasî, ewlehî, geşkirin û hiqûqî ku li gorî rastiya taybetmendiyên ku her herêmekê ji ya din cûda dike."

Çiya Kurd destnîşan kir ku 107`an xwestekên gelên herêmê pêk nayîne.

Her wiha Bedran Çiya Kurd di panelê de behsa rewş û geşedanên siyasî li herêma Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê, kir.

(bx)

ANHA