Şehîd Mam Zekî Şengalî li Şêrawayê hate bibîranîn

Mam Zekî Şengalî di salvegera şehadeta xwe ya sêyemîn de bi meşekê li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa hate bibîranîn.

Şehîd Mam Zekî Şengalî li Şêrawayê hate bibîranîn
Şehîd Mam Zekî Şengalî li Şêrawayê hate bibîranîn
Şehîd Mam Zekî Şengalî li Şêrawayê hate bibîranîn
Şehîd Mam Zekî Şengalî li Şêrawayê hate bibîranîn
Şehîd Mam Zekî Şengalî li Şêrawayê hate bibîranîn
Şehîd Mam Zekî Şengalî li Şêrawayê hate bibîranîn
14 tebax, 2021   19:27
ŞEHBA

Bi boneya salvegera 3'yemîn a şehadeta Mam Zekî Şengalî, Yekitiya Êzidiyên Efrînê bi diruşma "Li ser şopa Mam Zekî Şengalî em ê têkoşînê heta pêkanîna azadiyê xurt bikin" meşek li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li dar xist.

Bi sedan êzidî, şêniyên navçeyên Til Rifet a Şehbayê û Şêrawayê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên şehîd Zekî Şengalî, alên Yekitiya  Êzidiyên Efrînê, posterên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan, her wiha pankartên "Li ser şopa Mam Zekî Şengalî em ê têkoşînê heta pêkanîna azadiyê xurt bikin" hatin vekirin.

Meş ji deriyê ketina gund  ber bi kampa Vegerê ve dest pê kir û bê navber diruşmên silavkirina berxwedana Efrîn û Şengalê û dilsoziya bi şehîd Mam Zekî Şengalî re hatin berzkirin

Meş li qada kampa Vegerê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Yekitiya Êzidiyên Efrînê endama yekitiyê Eyşe Seydo Mam Zekî Şengalî bi bîr anî û behsa rola wî di rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê û rêxistinkirina êzidiyan de kir.

Eyşe Seydo her wiha got: "Hedefgirinta Mama Zekî bi xiyet û komploya kesên ku di bin ala dewleta Tirk de li Başûrê Kurdistanê dixebitin pêk hat."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer jî qala kêliyên hevdîtina xwe bi Mama Zekî re ya li Şengalê kir û banga yekitiya neteweyî ya kurdî li hemberî dijmin kir.

Cafer got, dema êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê Mama Zekî Şengalî şervanên Êzidî şandin Efrînê da ku piştgiriya gelê Efrînê bike.

Silêman Cafer bang li koçberên Efrînê kir ku bi îdiayên ENKS'ê yên vegera li Efrînê neyên xapandin û wiha domand: "Vegera me hemûyan wê bi garantiya navnetweyî be û wê ne ferdî û li gel dagirkeriyê be. Komployeke qirêj ji aliyê Rûsya û dewleta Tirk ve tê kirin, armanca wan kantona Şehbayê vala bikin û berxwedana şêniyan têk bibin da ku hêviya wan a vegera bi rûmet qut bikin."

Çalakî bi diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA