Bi meşeke meşaleyî salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kir

Ciwanên Minbicê bi meşeke meşaleyî salvegera 5'emîn a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz kir.

Bi meşeke meşaleyî salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kir
Bi meşeke meşaleyî salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kir
Bi meşeke meşaleyî salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kir
Bi meşeke meşaleyî salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kir
Bi meşeke meşaleyî salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kir
14 tebax, 2021   19:53
MINBIC

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi wesîleya salvegera 5'emîn a rizgarkirina Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê meşeke bi meşaleyan li dar xist. Meş bi diruşma "Bi berxwedana biratiya gelan em ê teror û dagirkeriyê têk bibin" hate lidarxistin.

Meş ji çerxerêya Meyzan a li aliyê rojavayê bajêr heta stada Beledî ya naverasta bajar dewam kir. Ciwanan alên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedanê berz kirin.

Ciwanan li stada Beledî deqeyeke rêz girtin, paşê hevserokê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ednan Xelîfe daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de salvegera rizgarkirina Minbicê hate pîrozkirin û hate gotin: "Em li vir in vê bîranîna birûmet a ku wateyên serbilindî, têkoşîn, dilsozî û welatpazêrî di nav xwe de digire bi bîr tînin. Ev roj mînakeka îsrara li ser parastina rûmeta neteweyî ye, her wih dersek di parastina xaka neteweyî de bi xebat  û zanistê dide. Em li vir in d ku ji cîhanê re îsbat bikin ku em dikarin destekftiyên aştiyê biparêzin."

Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de "soza şopandina xeta şehîdan û parastina mîrateya wan heta avakirina  Sûriyeke pirrengî ya nenavendî" da.

ANHA