​​​​​​​Xalid El-Hesen: Itîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser erkeke exlaqî ye

Endamê Desteya Giştî ya Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen banga naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî ve kir û got, Rêveberiya Xweser di encama şerê li dijî terorê  de gelek destkeftî bi dest xistin û naskirina ji aliyê siyasî ve heq kiriye.

​​​​​​​Xalid El-Hesen: Itîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser erkeke exlaqî ye
15 tebax, 2021   03:09
REQA – EHMED EL-ELÎ

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkhateyên herêmê Rêveberiya Xweser ava kirin da ku herêmê bi xwe bi rê ve bibin. Rêveberiya Xweser di demeke kurt de di hemû aliyan de pêşketinên berbiçav, bi dest xist.

Endamê Desteya Giştî ya Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen wiha got: " Rêveberiya Xweser di nava xwe de saziyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirina wê erê kirine, dihewîne. Tê zanîn saziyên ku piştî bidawîkirina şer tên avakirin ji bo hemû rêbazên jiyanê di nava gel û hemû pêkhateyan de tên birêxistinkirin."

El-Hesen behsa destkeftiyên ku rêveberiyê bi dest xistine kir û ev tişt anî ziman: "Piştî serkeftina di şer de pêwîstî hebû ku rêveberî were avakirin. Welat nikare di nava rewşeke leşkerî de bimîne nexasim gelê Sûriyê ku di nava çend salan de zehmetî dîtin. Erêkirin ji bo avakirina rêveberiya sivîl hebû da ku xizmet, perwerde û aboriyê baş bike, her wiha valatiyê dagire. Rêveberiya Xweser karibû van hemûyan pêk bîne."

El-Hesen behsa beşdarbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêvebirina herêmê de kir û wiha pê de çû: "Bi leşkerbûn û rewşa leşkeriyê re tevlîhevî hene, ji bo wê aliyên xizmetguzariyê nayên pêşkêşkirin. Ji ber wê yekê jî Rêveberiya sivîl û xweser ku hemû pêkhateyên herêmê beşdarî bûn, hat avakirin û karîbû aramiyê pêk bîne û ji bo domandina serkeftinên leşkerî jî bû alîkar."

Xalid El-Hesen teqez kir ku Rêveberiya Xweser karibû di hemû aliyên jiyanê de weke aborî û civakî destkeftiyan pêk bîne, her wiha wekheviya di navbera jin û mêr de nimûneya vê rêveberiyê ye û di hemû sazî, komîte û komînan de şêwazê hevserokatiyê esas digire. Her wiha sîtemeke wê ekolojîk jî heye.

El-Hesen wiha domand: "Rêveberiya Xweser mafê zarokan misoger dike. Rewşa tenduristiyê baş kir û karibû şerê îdyolojiya ku DAIŞ`ê çandiye, bike. Derfet neda ku madeyên hişbir di nava sivîlan de belav bibe. Karîbû binesaziyê ava bike. Bajar û gundên ji ber kirinên rêxistinên terorîst û rewşên şer, wêran bûbûn, ji nû ve ava bike."

Her wiha teqez kir ku Rêveberiya Xweser piştî gelek destkeftî bi dest xistin, hêza wê di pêkanîna jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de, dibin sedem ku dewletên aştîxwaz û dewletên ku banga azadiyê dikin li hember erkeke exlaqî rû bi rû bin û itîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser bikin.

Xalid El-Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk û dewletên li dijî demokrasiyê ji projeya Rêveberiya Xweser ku gefan li hebûna wan dixwe bi hêrs in, Rêveberiya Xweser ku karibû di demeke kurt de gelek destkeftiyan bi dest bixe, îro ji aliyê wan hêzan ve tê hedefgirtin.

Parêzer Xalid El-Hesen bang li dewletên çalak û yên tenê temaşe dikin kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku Rêveberiya Xweser bi dest xistiye, bibînin. Bizanibin ku ew dikare bi awayekî baş rêveberiyê bike. Divê itîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser ku bi erêkirina gel hate avakirin, were kirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JwzG3aiCDTA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>