Li Efrîna dagirkirî çete dîsa bi hev ketin

Çeteyên dewleta Tirk kalemêrek ji gundekî navçeya Cindirêsê revand. Li aliyekî din di navbera komên çeteyan de, şer derket.

Li Efrîna dagirkirî çete dîsa bi hev ketin
14 tebax, 2021   10:41
ŞEHBA

Li gorî çavkanî, koma Noredîn El-Zinkî di 11'ê Tebaxê de kalemêrê bi navê Heyder El-Emo yê ji gundê Remadiyê yê girêdayî navçeya Cindirêsê, revand.

Di heman demê de revandina sivîlan ji gund û bajarokên kantona Efrînê bi taybet kesên ku vedigerin kantonê, berdewam e.

Li aliyekî din, çavkaniyên ji navenda Efrînê ragihandin ku li taxa Eşrefiyê ya Efrînê di navbera komên çeteyan de şer derket.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku duh di navbera polîsên leşkerî û çeteyên Cebha El-Şamiyê de şer rû da. Di encamê de kuştî û birîndarên di nava her du aliyan de çêbûn.

Her wiha komên çete û neştecihên ji bajarê Helebê ku li Efrînê bi cih bûne ji ber parvekirina mal û milkên ku dizîne, bi hev ketin. Di encamê de sivîlek birîndar bû.

(dm)

ANHA