Hêzên hikumeta Şamê Dera El-Beled topbaran kir; Kuştî û birîndar hene

Hêzên hikumeta Şamê û Furqeya 9`an taxên Dera El-Beled ku sivîl di wan de dijîn topbaran kir û di encama wê de kuştî û birîndar di nava welatiyan de, çêbûn.

Hêzên hikumeta Şamê Dera El-Beled topbaran kir; Kuştî û birîndar hene
14 tebax, 2021   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên hikumeta Şamê bi topên hawanê bajarê Casim ê gundewarên bakurê Derayê topbaran kir û di encama wê de 3 welatî birîndar bûn. Her wiha hêzên hikumetê taxên ku sivîl di wan de dijîn ên Dera El-Beled bi çekên giran kir hedef.

Çekdarên herêmî jî êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li benda kontrolê ya sûkê û avahiya postxaneyê ya li bajarê Senemîn kir. Di encama êrişê de birîndar çêbûn.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê û Furqeya 9`an taxa rojava ya bajarê Senemîn, taxên Dera El-Beled, kampa Dera, rêya bendavê û bajarê Casim, topbaran kir.

 (bx)