​​​​​​​PYD`ê: Pêngava 15`ê Tebaxê gelê Kurd hişyar kir

PYD`ê got bi teqandina guleya destpêkê di 15`ê Tebaxa 1984`an de, gelê Kurd hişyar bû û ew ji gelan re kir pêşeng.

​​​​​​​PYD`ê: Pêngava 15`ê Tebaxê gelê Kurd hişyar kir
14 tebax, 2021   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD`ê bi boneya 15`ê Tebaxê ku guleya destpêkê ji aliyê şehîd Egîd Korkmaz ve hat teqandin, daxuyaniyek da.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de got guleya destpêkê ku ji aliyê ciwanên gelê Kurd ve li dijî tirsê hate teqandin, bi vê yekê re projeya parastina rewa ji bo paratina gelê xwe ji hovîtiya dewleta Tirk, ragihand.

Her wiha PYD`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ji teqandina guleya destpêkê ve dest pê kir, hemû hêzên ku hebûn û berjewendiya xwe di koletiya gelan de û di mehrûmkirina wê ji mafên wê yên biçûk de dibîne bi dewleta Tirk re sekinî û Tevgera Rizgariya Kurdistanê xiste nava lîsteya terorê.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de behsa hevkariya PDK`ê a bi dewleta Tirk a dagirker re kir û got ev yek parçebûnê di nava Kurdan de çêdike.

PYD`ê piştrast kir ku guleye yekemîn a di 15`ê Tebaxa 1984`an de hatî teqandin gelê Kurd hişyar kir û ew ji tevahî gelan re kir pêşeng da ku tola sed salî ya koletiyê û çewisandin ji zordaran hilîne.

(bx)

ANHA