Ji guleya destpêkê ya li dijî koledariyê heta gerîlatiya azadiyê ya sedsala 21’an

Ji guleya destpêkê ya li dijî koledariyê heta gerîlatiya azadiyê ya sedsala 21’an
14 tebax, 2021   09:19

ROJHAN DÊRSIM

Di dîroka Kurdan de ku ev sed sal e bi qirkirinê rû bi rû ye, 15’ê Tebaxê di têkoşîna hebûnê de roja vejîn û serkeftinê ye. Di sedsala 20'an de Kurd bi komkujiyan re bi rû man, tevî ku bi dehan serhildan pêk anîn jî ji bo ku jiyaneke azad a bi ziman, çand û baweriya xwe bidomînin. Bê guman sedemên vê yên navxweyî û derve hebûn. Rêbazên hişmendî, birêxistinbûn û têkoşînê, her wiha hegemonya û berjewendiyên hêzên herêmê, ji bo serneketina van serhildanan xwedî timayên girîng bûn. Ya herî girîng jî, armanca yekane nebûna rêbertî û birêxistinbûneke neteweyî bû ku Kurd li dora wê bibin yek. Cudahiya PKK'ê ev e ku bûye tevgera azadiyê ku pêşengî ji gerîlatiya sedsala 20'an re kiriye.

Têkoşîna gerîla ku bi felsefeya têkoşînê ya rêber Apo bi pêş ve çû û 15’ê Tebaxa 1984’an dest pê kir, asta bûyîna gel a ku îro rê li ber têkoşîna bindestan vekir û gelek afirand ku berê ditirsiya heta qala nasnameya xwe jî bike. Avadaniya civakî ya eşîrî ya Kurdan di tevahiya dîrokê de wek argumana bingehîn a polîtîkaya parçekirin û birêvebirinê ya hêzên herêmî û navneteweyî hatiye bikaranîn. Pevçûna di navbera Kurdan de bi vê argumanê bi awayekî sîstematîk hate şixulandin. Ji ber ku rastiya PDK'ê îro nîşan dide, di nebûna yekitiya neteweyî, berjewendiyên eşîrî û hizbî de, ji bo berjewendiyên malbatî jî, berjewendiyên neteweyî yên Kurdan danîn ber dewletên qirker û hêzên hegemonîk ên navneteweyî. Her cara ku Kurdan serî hilda, bûn qurbaniyên xiyanet û nakokiyên navxweyî. Ji bo êrişên qirkirinê nakokiyên Kurdan wek bingeheke sereke bi kar anîn.

DI 15’Ê TEBAXÊ DE GULEYEK LI ŞERÊ NAVXWEYÎ Û DAGIRKERIYÊ KET

Sedemeke sereke ya ku Kurdistan dagirkirî bimîne û her tim lê şerê navxweyî lê dewam bike, ew e ku li dijî dagirkeriyê yekitî û têkoşîna neteweyî tune bû ku xaka Kurdistanê di sala 1923’yan de bi Lozanê kiribûn çar parçe. Gelek kes û aliyên ku li ser navê kurdîtiyê tev digerin, nekarîn xwe ji têkiliyên malbatî, eşîrî û herêmî xelas bikin. Vê yekê parçebûna Kurdan kûrtir kir.  Ev rastî faktora sereke ye ku Kurdistan wek koloniya 4 dewletan dimîne û hîn jî di bin xetereya qirkirinê de ye. Nebûna yekitiya hêzên siyasî yên Kurd li dora berjewendiyên neteweyî, nebûna wan a artêş an jî hêza parastina neteweyî, bû sedem ku gel û erdnîgariya Kurdistanê bi komkujî û jenosîdên domdar re rû bi rû bibin. Mixabin wekî ku di hevkariya îro ya PDK'ê de tê dîtin, hîn jî tê xwestin ku ev yek bidome.

Di 15’ê Tebaxê de PKK'ê guleya yekemîn li dijî vê yekê teqand. Ji 15’ê Tebaxê û vir ve rêber Apo gerîlatiya Kurdistanê bi rêya netewebûnê bi rêxistin kiriye. Ji pêvajoyên yekemîn û vir ve ji her çar parçeyên Kurdistanê jin û mêran di nava gerîla de cih girt û li her cihê ku pêwîst be ji bo parastin û azadiya gelê xwe li ber xwe didin û bedelên giran didin. Ev ruhê neteweyî êdî sînorên Kurdistanê derbas kiriye û hêza gerîla bûye hêza Rojhilata Navîn û her ku diçe gerdûnî dibe. Di pêvajoya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de, ji hemû aliyên cîhanê û Kurdistanê tev li nava refên gerîla bûn, jin û mêran her roj berê xwe da çiyayên pîroz. Bi berxwedan û birêxistinbûna gerîla ya mezin re, bi dehan gelên cuda hatin cem hev û ji bo pêşerojeke azad, demokratîk di nava refên gerîla de bi hev re şer kirin. Bê guman ev yek bi hêsanî negihîştiye vê astê. Bi ked û berxwedana destanî ya kadroyên pêşeng û şehîdên PKK'ê, bi taybetî rêber Apo, paradîgmaya civaka azadîparêz, demokratîk, ekolojîk a rêber Apo, felsefeya têkoşînê ya gerîla û şêwaza têkoşînê ya ciwanên Kurd bandor li gelek beşên cuda kir û ber bi refên têkoşînê ve kişandin. Têkoşîna birûmet a gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî rejîma faşîst a Tirk û êrişên DAIŞ'ê ev yek di şexsê gerîla de eşkere kir.

DESTKEFTIYÊN LI BAŞÛR Û ROJAVA BERHEMÊN 15’Ê TEBAXÊ NE

Biryardariya rêber Apo ya “Me ev tevger afirand û têkoşîn kir mîna ku bi derziyê bîrê bikolin" nîşaneya herî mezin a şert û mercên pêvajoya 15'ê Tebaxê ye. Di demekê de ku faşîzma ku bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê re li Tirkiyê ji bo perçiqandina dînamîkên şoreşger hate bicihkirin, li tevahiya civakê serdest bû, agirê berxwedanê yê ji aliyê Mazlûm Dogan û Çaran ve li zindana Amedê hat pêxistin, bi Rojiya Mirinê ya Mezin a Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş re mezin bû û wek berxwedana gerîla ya 15'ê Tebaxê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. 15’ê Tebaxê di heman demê de bersiva berxwedana mezin a li zindana Amedê ye. Destpêka serhildana 29'an a bi pêşengiya gerîla ye ku vê berxwedanê ji çiyayên Kurdistanê ber bi civakê ve belav bike. Guleya yekemîn a ji aliyê hejmareke kêm a hêzên gerîla yên bi pêşengiya Egîd (Mahsûm Kormaz) de li dijî faşîzm, kolonyalîzm û komkujiyan di 15’ê Tebaxê de hate avêtin, pêngava dîrokî ya têkoşîna gel a vejînê ye. Hêvî, wêrekî û hişmendiya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê di civaka Kurd de bi pêş ket, di salên 1990'î de birêxistinbûna civakî û serhildan derxistin holê.

15’ê Tebaxê şiyarbûn, vejîn û têkoşîna neteweyî derdixist holê. Kurdan bi pêşengiya jinan şoreşa vejîna neteweyî bi pêş xist û netewebûna demokratîk a Kurdan dan destpêkirin. Di vê wateyê de hîmên şoreşa azadiyê ya jinênn Kurd daniye.  Bi vê yekê re, binesaziya dîrokî ya şoreşa demokratîk a Kurdistanê û Rojhilata Navîn ava kir ku biryardarî û avakirina siberoja azad ne tenê Kurd, her wiha gelên din jî girtin nava xwe. Têkoşîna gerîla ku di 15’ê Tebaxê de bi pêş ve çû, bandor li qebûlkirina statuya rêveberiya herêmî ya federal a li Başûrê Kurdistanê kir.

Şoreşa Rojava bi destkeftiyên vê têkoşînê hate afirandin. Di encama bandora şoreşa 15’ê Tebaxê ya li ser civakê de tevgerên jin û ciwanan di hemû qadên şoreşê de bi tevlêbûna nava refên şoreşê bi rêxistin bûn û pêşengî kirin. Van pêşketinan rastiya şoreşa demokratîk a Kurdistanê wek jiyaneke alternatîf, civaka demokratîk û têkoşîna di asta herêmî û gerdûnî de derxist holê. Bi guleya yekemîn re pêşvebirina kesayetiya Kurd a azad, şoreşa demokratîk a yekitiya azad a gelên Tirk, Ereb, Ermen, Azerî, Tirkmen, Asûrî û Suryan îro geş dike. 

Ji damezirandina PKK'ê û bi vir ve ferdê azad jiyana xwe li ser bingeha ku civakeke azad tenê eger bi hev re bi rêxistin bibe û bi hev re tê bikoşin, pêkan e. Îlham, wêrekî, hişmendî û birêxistinbûna guleya yekemîn li ser vê îdealê bû. Di berxwedana zindana Amedê de jî pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê di cewherê xwe de pêngava eniya yekitiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e û hem jî yekitiya neteweyî ya Kurdan e. Xwegihandina yekîneyeke biçûk a gerîla bi asta hêzên gerîla yên li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî faşîzm, kolonyalîzm û pratîkên qirkirinê şer dikin, hêza vê pêngavê û felsefeya jiyana azad û asta birêxistinbûnê nîşan dide. Têkbirina El-Qaîde û DAIŞ'ê û artêşa Tirk ku yek ji artêşên herî mezin ên NATO'yê ye, mîrateya gerîla ye ku çalakiya 15'ê Tebaxê pêk anî ku rêber Apo ew gerîla perwerde û bi rêxistin kirin û perspektîfa têkoşînê jê re danî. Şêwazê fermandariyê yê Mahsûm Korkmaz, kesayeta milîtaniya şoreşger, berxwedana canbexşane ya Kemal Pîr û Sakîne Cansiz, kûrahiya îdeolojîk a Mazlûm Dogan, şêweyê birêxistinkirinê yê Hayrî Durmuş, keç û xortên gelê Kurd ku xwe perwerde kirine, ji bo mirovahiyê mîrateyeke bêhempa ya têkoşînê hiştiye.

Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li dijî PDK'a xayîn, yekitiya neteweyî û teslîmnebûn,  Zeynep Kinaci (Zîlan) ku li Dêrsimê di mêjiyê dijmin de teqiya, Engîn Sîncer ku helwesta milîtanî ya li dijî tevliheviya navxweyî temsîl dike, hevrêyên Atakan Mahîr û Kasim Engîn ku di jiyana xwe de felsefeya rêber Apo bi cih kir û nîşan da ka mirov çawa dibe şopdarên Kemal Pîr, Mahsûm Korkmaz û Sakîne Cansizan, bûn pêşengên vê tevgerê. Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Berxwedan û bi hezaran şehîdên din di şerê dijî DAIŞ'ê de ev mîrate bi qehremanî domandin.

RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ ÎRO LI ZÊ, AVAŞÎN Û GARÊ LI BER XWE DIDE

Ruhê berxwedanê yê 15’ê Tebaxê îro li Garê, Avaşîn, Metîna, Zê û Xakurkê li dijî dagirkerî û xiyanetê berxwedaneke destanî dimeşîne. Ev berxwedan bi pêşengiya gerîlayên jin hêza YJA Starê tê kirin. Mîrateya YPJ'ê ku di şerê li dijî DAŞ'ê de bandor li tevahiya cîhanê kir, ev berxwedana gerîlayên jin e ku ji 15’ê Tebaxê û vir ve di nava têkoşîna gerîla de cih digire. Ji yekîneyên biçûk dest pê dike û di YJA Starê de temsîliyeta xwe çêdike, tecrubeya çekhildanê ya jinan, têkoşîna gerîla ya li Kurdistanê ya li çar parçeyan bi rê ve dibe. Ji ber ku yekîneyên gerîla yên yekemîn bi serkêşiya fermandar Egîd jin li çiyayên Kurdistanê hem ji bo azadiya jinan hem jî ji bo gelê Kurd tê dikoşin. Tevlêbûna jinan a nava refên gerîla, di nava civaka Kurd de guherîn û veguherîneke civakî, çandî, exlaqî, zîhnî afirand û şoreş kir. Heke îro jin li hemû qadên jiyana siyasî, leşkerî û civakî li dijî faşîzm û sîstema bi serdestiya mêran têkoşîneke birêxistinkirî dimeşînin, faktora herî bibiryar a vê yekê ye. Asta hişmendî, birêxistinbûn, rizgarî û veguherîna şoreşgerî ye ku jinên Kurd di têkoşîna gerîla de diafirînin. Bi birêxistinbûna YRK, ARGK û HPG'ê re hêzên parastina gel ên Kurdistanê, hêzên şerê gel ên sedsala 21'an in. Çawa ku bû gerîlaya nûjen a sedsala 20’an, artêşa resen a jinan di têkoşîna azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê ya jinan, bindestan, gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn de wek hêza gerîla ya jinan di bin navê YJA Starê de di asta herî pêş de tê dikoşe. Di encama destkeftiyên têkoşîna jinan a li nava refên gerîla de, jin niha li her dera Kurdistanê di nava hêzên parastinê de ne, fermandariyê dikin û tirsê li nava dijmin belav dikin. YPJ li Rojava, HPJ li Rojhilat, hêzên xweparastinê yên sivîl ên jinan HPC û YPS-Jin hema hema li her parçeyî bi tecrubeya artêşbûna YJA Starê xwe bi rêxistin kirin.

DIVÊ JIN XWEPARASTINÊ XURT BIKIN

Di sedsala 21’an de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi hemû şîdeta xwe berdewam kir û kaos û qeyraneke sîstematîk li dijî civak û jinan afirand. Di rastiya sedsala 19'an de em bi wê esasî hîs dikin û dijîn ku xweparastin bi qasî nan û avê pêwîst e. Bi taybetî wek jin, li pêşberî rêvenebirina sîstematîk a sûcê seksê ku hema li her devera cîhanê bi taybetî li Kurdistanê tê kirin, pêşvebirina xweparastina takekesî û birêxistinkirî ye. Di vê wateyê de heke hemû beşên civakê, bi taybetî jin û ciwan li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bibin û bi vê perspektîfê jiyanê bihûnin, berxwedana li dijî faşîzmê, qirkirinê, sûcê jinan bê xurtkirin, êrişên dewleta mêran dikarin bên fêlkirin û dibe ku li cîhaneke azad-demokratîk-ekolojîk bijîn.

Ji 15’ê Tebaxê û vir ve 37 salên têkoşîna gerîla nîşan da ku li ser bingeha stratejiyeke şoreşgerî ya şerê gel, li tevahiya Kurdistanê xweparastinê bi xurtî bi rêxistin bike, çi qasî girîng e. Rejîma faşîst a MHP-AKP'ê li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê ku ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hêviyek mezin e, bi plana xwe ya hilweşandinê ya ku 2015'an dest pê kir û bi geşkirina êrişên komkujiyê dixwaze qirkirina Kurdên azad pêk bîne. Li Tirkiye û Kurdistanê di astekê de ku ji faşîzma Hîtler derbas dibe, li dijî hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan sûcên şer dike, êrişên qirkirinê li ser gelê Kurd, jin û ciwanan pêk tîne. Li hemû herêmên Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê îmha û dagirkeriyê bi desteka NATO, dewletên herêmî û xiyanet û hevkariya PDK'ê tê kirin. Li ser bingeha konsepta qirkirinê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Êriş û gefên xwe yên li dijî Şengal û Mexmûrê dewam dike. Hebûna gerîla ji xwe re kir hincetû Başûr dagir dike ku bi armanca çêkirina zemînekê ji bo dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Li Efrînê armanc dike ku gelê Kurd bi revandina cenazeyên şehîdan biçûk bixe û hestiyên zarokên wan ji malbatên wan re bişînin, goristanan xera bikin û tecawiz û destdirêjiya li zarok û jinên Kurd wek polîtîkayeke dewletê bi cih bînin. Kurdistanê bi bombebaran û şewitandina xwezaya wê wêran dike û dîrok, aboriya cihên ku dagir kiriye, talan û wêran dike û demografiyê diguherîne. Her roj bi kiryarên dermirovî li girtîgehan îşkenceyê li girtiyan dike. Ev hemû êriş wek pratîkeke siyaseta qirkirinê tên kirin.

FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê YA DIJMINÊ GELAN HILDIWEŞE

Li navenda van êrişan sîstema îşkenceyê û rejîma li Îmraliyê heye. Ev faşîzma reş a ku rejîma AKP-MHP'ê li dijî gelê Kurd, Rêbertî û avadaniya rêxistinî pêk anî, niha ne tenê li ser gelê Kurd, li ser hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye xetereya herî mezin. Bi xeyala Osmaniya nû hemû parçeyên Kurdistanê, Lîbya, Sûriye, Iraq û gelek welatên Rojhilata Navîn dagir dike û çeteyên DAIŞ'ê bi kar tîne û rola hespê Trojan ê NATO'yê dilîze. Ji dijberiyên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn sûdê wergirin û li ser hesabên parvekirina çavkaniyên enerjiyê hewl didin têkoşînên gelan û jinan ên azadiyê ji hev biqetînin û di hevsengiya nû ya desthilatdariyê de cih bigirin.

Li hemberî vê yekê bê guman bi pêşengiya gerîlayên azadiya Kurdistanê; jin, hemû beşên bi îdeala jiyana demokratîk-azad berxwedaneke mezin bi pêş dixin. Tevî desteka NATO'yê, çekên herî modern, şirîkatiya hêzên navneteweyî û herêmî, hêza paramîlîter a DAIŞ'ê, hevkariya xiyanetê ya PDK'ê, berxwedana bê navber a gerîlayên azadiya Kurdistanê, gelê Kurd, dînamîkên demokratîk ên li Tirkiyê bi taybetî têkoşîna jinan, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê êdî nema dikare xwe ragire. Ji bo ku li ser xwe bimîne divê her tiştî bike. Lê belê her roj di nava çiravê de difetise, nikare xwe ji têkçûnê rizgar bike. Jixwe rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku plana hilweşandinê li dijî Kurdan pêk anî, bi xwe hildiweşe.

DIVÊ KURD ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ MEZIN BIKIN

Girîng e ku Kurd bi şerê gel ê şoreşgerî yê bi pêşengiya yekitiya neteweyî û gerîla li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê, berxwedanê mezin bikin. Bûye berpirsyariyeke dîrokî ku hemû Kurd li dijî PDK'ê helwesteke hevpar raber bikin ku astengiya herî mezin a li pêşiya yekitiya neteweyî ye. Rastiya ku jinên Kurd pêşengiya vê dikin, helwesta Kurd a azad di civakîbûn û pêkanîna yekitiya neteweyî de rol dilîze û PDK ku di xeta xiyanetê de israr dike, dê pêşeroja Kurdan diyar bike, pirsgirêkeke gelekî girîng e.

DIVÊ RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ YÊ LI DIJÎ XIYANETÊ BÊ NÛKIRIN

Helwesta PDK'ê ya hevkar-xayîn, dijberiya wê ya li Kurdistana azad eşkere dike. Girtina 3 endamên RJAK'ê ku beşdarî çalakiya salvegera qirkirina Şengalê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve bûbûn, girtina nûnerên Reveberiya Xweser û PYD'ê li Hewlêrê, bi salan Mexmûr dorpêç kirin, plan kirin ku YNK'ê ji hev bixin û bi dehan Kurdên din ên azad, pratîkên li dijî yekitiya neteweyî nîşan dan ku tu eleqeya PDK'ê bi kurdbûnê re nîn e û ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û hizbî kete xizmeta dewleta Tirk. Di vê wateyê de PDK mîna rejîma faşîst a AKP-MHP'ê zîhniyet û avabûneke Kurd a azad naxwaze.

Li hemberî vê rastiyê îro ji her demê zêdetir pêdivî bi nûkirin û mezinkirina berxwedana 15’ê Tebaxê heye. Ji bo vê jî pêwîstiya Kurdan bi yekitiya neteweyî, birêxistinkirina hêzên hevpar ên parastinê û mezinkirina şer heye. Yekane rêya vê jî birêxistinkirina xweparastina civakî ya li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ye û bi rengekî piralî têkoşînê bi rê ve bibe. Li rêber Apo li Îmraliyê û bi hezaran girtî di zindanan de ne, gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê şer dikin, gelê Kurd li qadan li ber xwe dide. Jin li hemû qadên jiyanê li ber xwe didin û tê dikoşin. Ciwan vê berxwedanê geş dikin. Lê belê çawa ku êrişeke domdar heye, li dijî vê yekê jî pêdivî bi xurtkirina têkoşîn û birêxistinbûneke berfireh heye. 

DEM DEMA YEKBÛNA LI DORA RÊBER APO Û GERÎLA YE

Ji bo vê jî peywira dîrokî ya ciwanan e ku bi jinan re tev li nav refên gerîla bibin û berxwedana rêber Apo ya li Îmraliyê û ruhê berxwedêr ê 15'ê Tebaxê bikin yek. Çawa ku gelê Kurd bi ruhê fedakar ê 15'ê Tebaxê xwe vejand, bi heman ruh û biryardariya têkoşînê, divê li ser bingeha felsefeya rêber Apo ji azadiyê bawer dike, li dora berxwedana zindanan û ya gerîla bibin yek, vê berxwedanê li hemû qadên jiyanê mezin bikin. Teqez e ku jin dê wekî her carê pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Jixwe ew dikin; di nava gerîla de, li zindanan jî jin pêşeng in, li hemû qadên jiyanê tê dikoşin. Bi mezinkirin û belavkirina berxwedana li dijî faşîzmê re bi pêşengiya jin û ciwanan û bi beşdariya hemû beşên bindest û demokratîk, têkbirina desthilata faşîst a AKP-MHP'ê û helwesta nokeriyê ya PDK'ê pêkan e. Hemû kesên ku dikarin tev li gerîla bibin, divê ber bi çiyayên azadiyê ve biherikin, eniya berxwedanê ya antîfaşîst were berfirehkirin ku bêhtir were birêxistinkirin û şerê gel ê şoreşgerî bê kirin. Rêber Apo, girtiyên li zindanan û gerîla li ser navê me hemûyan berxwedaneke bêeman dimeşînin. Wê demê divê em bi mezinkirina têkoşîna bi pêşengiya jin û ciwanan li eniya antîfaşîst bi şîara 'Xiyanet rê li ber teslîmiyetê vedike, berxwedan rê li ber serkeftinê vedike' azadiya xwe bi dest bixin.