Hemleya "Parastina şoreşê bi çand û zimanê civakê pêk tê" encamên baş digire

Hevseroka KPC-D`ê Fatma Koşan teqezî bi girîngiya fêrbûna bi zimanê dayikê kir û diyar kir ku hemleya "Parastina şoreşê bi çand û zimanê civakê pêk tê" encamên baş digire û xwendekarên ji pêkhateya Ereb jî pêşwazî dike.

Hemleya "Parastina şoreşê bi çand û zimanê civakê pêk tê" encamên baş digire
13 tebax, 2021   05:43
HELEB – HENAN MIHEMED

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) di 1`ê Tebaxê de û bi dirûşmeya "Parastina şoreşê bi çand û zimanê civakê pêk tê" dest bi hemleya teşwîqkirina perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

Hemle îsal ji salên borî cudatir bû. Dibistana şehîd Qehreman deriyên xwe li pêşiya xwendekarên ji pêkhateya Ereb jî vekir da ku bi zimanê dayikê fêr bibin.

/ar/uploads/files/2021/08/13/051505_kpc-alhmlh-sthqq-alntaej-almrjwh-kwnna-nstqbl-kafh-almkwnat-28129.webp

Her wiha komîteyê belavok der barê girîngiya zimanê dayikê bi zimanê Erebî û Kurdî belav kir û tê de dem û cihê qeydkirinê diyar kir da ku berê xwe bidin dibistana Şehîd Qehreman.

Her wiha nêzî 300 civînî ji endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî re lidar xist ji wan 85 civîn bi şêniyan re. Civîn der barê girîngiya ziman û hewldanên helandina wê, girîngiya ku ji berbelavbûnê biparêze, lidar xist. Civînên komîteyê hê jî dewam dike.

Di vê der barê de Hevseroka KPC-D`ê ya Helebê Fatma Koşan got ji mafê her xwendekarekî ye ku bi zimanê dayikê fêr bibe.

HEJMARA KESÊN XWE QEYD DIKIN ZÊDE DIBE

Fatma Koşan diyar kir ku dibistana Şehîd Qehreman deriyên xwe li pêşiya xwendekarên pêkhateyên Ereb vekirî ye da ku bi zimanê dayikê fêr bibin. Der barê rêjeya serlêdana ji bo qeydkirinê Fatma Koşan ev tişt got: "Ji destpêka ku qeydkirin hate vekirin, şênî serlêdanê dikin da ku zarokên xwe di dibistana Şehîd Qehreman de qeyd bikin. Heta niha nêzî 100 xwendekarî navê xwe qeyd kirin û hejmar hê jî zêde dibe."

Fatma Koşan wiha pêde çû: "Ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran û destpêkirina perwerdekirina biranşên ji pêkhateyên Ereb re, me dibistana Şehîd Qehreman Efrîn berfireh kir. Niha nêzî 15 refan têde heye."

HEMLE HETA 20`Ê TEBAXÊ DÊ DEWAM BIKE

Fatma Koşan îşaret bi girîngiya ku xwendekar bi zimanê dayikê fêr bibin kir da ku wê ji berbelavbûnê biparêzin û bang li şêniyan kir ku zarokên xwe di dibistana Şehîd Qehreman de qeyd bikin da ku bi zimanê dayikê fêr bibin. Fatma Koşan di dawiyê de piştrast kir ku hemle heta 20`ê Tebaxê dê dewam bike.

Tê zanîn ku dibistana Şehîd Qehrema di 2018`an de li bajarê Helebê û li ser xwesteka şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûn hate vekirin da ku fêrbûna bi zimanê dayikê, dewam bikin.

Di dibistanê de biranşên seretayî û navîn têne dayîn û piştî serlêdana zêde di par de xwendekarên amadehî jî pêşwazî kir.

(bx)

ANHA