​​​​​​​Lubnan û sedemên neavakirina hikumetê

Hîna jî lêborîna serokê erkdarkirî Necîb Mîqatî li ser avakirina hikumeta Lubnanê digel rawestandin û derengiyê de berdewam e, tevî ku bi însiyatîfa Frnasayê kongreya 3`yemîn ya piştgiriya navneteweyî ji Lubnanê re hat lidarxistin, lê hîna jî encamên erênî tune ne.

​​​​​​​Lubnan û sedemên neavakirina hikumetê
13 tebax, 2021   07:46
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Piştî axaftina berê ya têkildarî Lubnan ku ber bi rewşeke tarî ve diçe, aram bû, welatê wêrankirî îro pir bi paş de çûye û Lubnan tevahî di toneleke tarî de ye û hemû lubnanî jî bê hêvî di vê tonelê re diçin û li rêya rizgariyê digerin.

Eşkere ye ku dê her tim Lubnan bi soza lêborînê re bimîne. Ne avakirina hikumetê pêk tê ne jî karesatên li pey hev li ser lubnaniyan pêk tên, kêm dibin.

Her wiha Necîb Mîqatî dîsa vegerî serokatiya hikumetê ya nû, bi wê re dîsa gotina berê derket holê û mîna kesên din, serokê erkdarkirî lêborîn xwest.

Madem serokê Lubnanê Mîşêl Ewn û komên siyasî li ser heman wezîran bi israr in, wê demê kota wezaretê yan jî têkbirina mezhebî rê ji damezrandina hikumetê re nahêle.

DI DEMEKE KURT DE WÊ LÊBORÎNÊ BIXWAZE’

Bêguman atmosfera li Lubnanê ji her kesî re eşkere ye ku serokê hikumetê yê erkdarkirî Necîb Mîqatî lêborînê bixwaze. Her wiha çavkanî îdia dikin ku "derî ne girtî ne" û diyalog hîna jî berdewam in û di dirêjahiya rojên borî de qut nebûne. Serokê meheba dirzî û parlamenterê berê Welîd Canpolat israr dike ku erka wezareta karûbarên civakî ku ji wezaretên tenduristî û enerjiyê girîngtir dibîne, werbigire.

Li gorî analîzên çavdêran, israr û xwesteka Canpolat li ser wergirtina erka wezareta karûbarên civakî ew e ku dê ev wezaret di pêşerojê de alîkariyan werbigire. Her wiha çavdêr diyar dikin ku îsrara Canpolat ya wergertina karûbarên civakî ji ya serok Mîşêl Ewn a wergirtina wezareta hundirîn ji bo merheleya hilbijartinan, ne cuda ye. Ango heman hesab e.

Li gorî çavkaniyan, ji ber ku Xiristiyan demeke dirêj ji wezaretên hundirîn û darayî bêpar bûn, Mîşêl Ewn israr dike wan wezaretan werbigire. Ji ber ku di dema El-Herîrî ya avakirina hikumetê de wezareta hundirîn ji para xiristiyanan dihat hesibandin, lê piştî ku Mîqatî hat bi ser mezheba sunnî ve hesiband.

Ji ber vê yekê nakokiya siyasî ya mezhebperestiyê li ser hesabê welatiyan gur dibe û bi wê re ji bilî lêborînê tiştek li holê tune ye. Digel nakokiyên mezhebî li ser wezretan, ewlehiya lubnaniyan rûbirûyî bêrûmetî û mirinê ne.

Rastiyeke bi demê re eşkere dibe û tu daneyên ku pêkanîna wê ya misoger derew derxe tune ye. Her wiha cemidandin û tunebûna nermbûnê saeta lêborînê nêz dikin. Çima na, û daxuyaniya serokê erkdarkirî ku serokê Lubnanê pê re nebûye alîkar dê bi xwe re lêborînê li ser avakirina hikumetê bîne. Piştre Ewn bersiva serokê hikumetê yê berê Seed El-Herîrî bi vê gotinê dabû: "Ji mafên min e ku beşdarî navên tevahî wezîran bibim. Lê lêborîn jî biryara te ye."

Ewn bêyî bijarteyên guncaw û derfetan gokê di stada Mîqatî de dihêle. Bi vê ve Ewn gokê ber bi çargoşeya yekemîn ve vedigerîne anku vedigerîne beşa destpêkê. Her wiha çavkaniyên siyasî da zanîn ku Mîqatî di rûniştina dawî ya danûnstandinên avakirina hikumetê de bi niyeta Ewn a darbayê ku soza wê di rûniştina berê de daye, matmayî ma. Ew jî ji ber ku Ewn xwest ku ji 24 wezîran 12 wezîr werin erkarkirin. Ji wan jî 2 wezîrê ji partiya Taşnaq a Ermen û parlementer Telal Arselan e. Bi wê re Mîqatî neçar ma ku parvekirin û belavkirina wezaretan li ser mezheban bicemidîne. Lê nivîsgeha çapemeniyê ya serokatiya komarê ev yek derewand û da zanîn ku ev danayên heyî ji rastiyê dûr in û armanc jê ew e ku hevkariya di navbera Ewn û Mîqatî de reş bikin.

Çavkaniyên siyasî ji rojnameya Şerq El-Ewset re gotin Parîs neçar ma ku destwerdanê bike û  ji nû ve şêwirên avakirina hikumetê berdewam bike. Her wiha hişyarî da, heke astengî li hember avakirina hikumetê berdewam bikin, ew ê neçar bibe ku beriya dawiya vê hefteyê helwesteke cidî ku jê veger tune ye li dijî koma siyasî ya girêdayî Ewn nîşan bide, di serî de jî dê li dijî serokê Şepêla Neteweyî ya Azad parlamenter Cibran Basil helwestekê nîşan bide.

PIŞTÎ LÊBORÎNÊ JI BILÎ XETIMÎN Û VALAHIYA SIYASÎ TIŞTEK TUNE YE

Heke serokê erkdarkirî Necîb Mîqatî li ser avakirina hikumetê lêborîn xwest, ev tê wateya ku wê dîsa valahiyeke siyasî vegere. Ew valahiya ku lubnanî jê rizgariyê hîs nakin wê dîsa bikevin wê valahiyê.

Têkildarî îhtîmala herî mezin, çavkaniyekî ewlehiyê yê payebilind bi bîr xist ku lêborîna Mîqatî tê wateya ku beriya lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê tu hikumet ku li beramberî gefên binketinê ye, nayê avakirin. Heman çavkanî da zanîn ku heke Mîqatî lêborîn xwest dê tu kesayeteke sunnî avakirina hikumetê qebûl nake.

Li ser asta siyasî, dê lêborîna Mîqatî şerê nerm di navbera koman de geş bike. Kî li pişt Mîqatî were wê hikumeta ku tu tiştî jê hêvî nake, ji ber ku serokatiya Lubnanê bi mercên xwe yên dijwar ên asteng ve girêdayî ye.

Li ser asta aboriya binketî jî, lêborîna Mîqatî ya li ser avakirina hikumetê, dê bi xwe re paşvexistinekê di amadekirina daxuyaniya wezaretê de bîne, ku tê texmînkirin sendoqa alîkariya navneteweyî û banka navneteweyî alîkariyê ji Lubnanê re bişîne da ku aboriyê çalak bike.

Lêborîna Mîqatî û lêborîna çi kesê piştî wî erka serokê hikumetê wergire tenê mijarekê eşkere dike, ew jî dê têkçûna hêmanên jiyanê ji bo hemû welatiyên lubnanî, penaber, koçber û karkerên biyanî berdewam bikin. Ev lêborîn dê lîste û buhaya wê ji bo welatiyên berê westiyan re bilind bike û dê saetên bendêmayîn di taborên rezalet û îhanetê de dirêj bike.

Dê lêborîna Mîqatî û kesên ji bilî wî bibin sedem ku kesên pereyên xwe xistine bankan zû yan dereng werbigirin. Dê bi wê re lubnanî bikevin tariyeke kûr û gendeliyeke ku xwîn û rûmetan rêzê nagirin. Bê guman, girêdana derve ya ji serwerî û serxwebûnê dûr e, ku di xewnên lubnaniyan de tenê bûye wekî diruşmekê ye.

(fr)

ANHA