Leyla Ehmed: Revandina Cîhad Hesen xizmeta dijminê Kurdan dike

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed destnîşan kir ku PDK`ê bi tevgerên xwe yên ku xizmeta dijminê gelê Kurd dike şaştiyeke mezin dike. Her wiha bang lê kir ku dev ji vê yekê berde û yekser nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen serbest berde.

Leyla Ehmed: Revandina Cîhad Hesen xizmeta dijminê Kurdan dike
13 tebax, 2021   07:53
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) heta niha nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen serbest ber nedaye ruxmî ku tenduristiya wî ne baş e.

10`ê Hezîranê, PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û du endamên têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dema diçûn balafirgeha Hewlêrê ji bo ku mêvanên xwe pêşwazî bikin, revandin.

PDK`ê di 29`ê Tîrmehê de her du endamên PYD`ê piştî 50 rojan serbest berdan. Lê heta niha Cîhad Hesen girtî ye.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê di 2`yê Tebaxê de ragihand ku agahî bi dest xistine ku tenduristiya Hesen ne baş e. Nûnertiyê got PDK`ê berpirsa tenduristiya Hesen e. Ruxmî wê jî hikumeta Başûrê Kurdistanê bêdeng e û agahiyan li ser rewşa Hesen nade.

HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ŞAŞTIYÊ DIKE

Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed revandina nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê Cîhad Hesen ji aliyê PDK`ê ve şermezar kir û bang kir ku rewşa wî yekser bê eşkerekirin.

Leyla wiha domand: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê şaştiyê dike. Dema behsa yekitiya kurdan tê kirin PDK`ê li dijî berjewendiyên gelê xwe û doza wî derdikeve û hewl dide parçebûnê çêke.”

Leyla Ehmed bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê di sêrî de PDK`ê kir ku li gorî berjewendiyên gelê Kurd tev bigere da ku doza Kurd çareser bibe.

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed diyar kir ku revandina nûnerê Rêveberiya Xweser, dikeve xizmeta berjewendiyên dijminên Kurdan di sêrî de dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze şerekî birakujî di navbera Kurdan de derxîne.

Heta vê kêliyê, rayedarên PDK`ê sedemên revandinê ji Rêveberiya Xweser re zelal nekirine. Ruxmî ku revandina Hesen li dijî urfên dîplomatîk ên navneteweyî ye ku nabe siyasetmedar û diplomat bi hiceteke diyar werin girtin, dema werin girtin jî divê agahî bide lêvegera wan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KzoeltrmvCY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>