Ji rûspiyên Holê banga girtina kesên ku torên kehrebeyê xira dikin

Rûspiyên navçeya Holê bang li pêkhateyên herêmê kir ku bi Rêveberiya Xweser re bibin yek û li hember planên li dijî ewlehiya herêmê bisekinin. Her wiha bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin ku hesabê ji kesên torên kehrebeyê xira kirine, bixwazin.

Ji rûspiyên Holê banga girtina kesên ku torên kehrebeyê xira dikin
13 tebax, 2021   07:29
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Di vê dawiyê de li navçeya Holê kesên nenas torên kehrebeyê xira kirin. Şêniyên navçeyê bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku hesabê ji wan kesan bixwazin.

Meclisa Navçeya Holê ev kiryarên xiraker ên li dijî torên kehrebeyê û binesaziya herêmê şermezar kirin û destnîşan kir ku armanca sereke ya ji van kiryaran, derxistina aloziyan e û zirarê bidin saziyên sivîl.

Rûspiyê navçeya Holê Mihemed El-Subah got li herêmê ji dema ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ji DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin, ewlehî serwer e.

El-Subah destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe xizmetê pêşkêşî herêmê dike, lê komên terorîst dixwazin her tiştî wêran bikin. El-Subah bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku sûcdaran bigirin û hesabê ji wan bixwazin.

Rûsiyê bi navê Newaf El-Mihemed jî xirabkirina tore û bircên kehrebeyê yên gundewarên Holê şermezar kir û piştrast kir ku kesên van kiryaran dikin, destekê ji aliyê derve digirin ku armanc dikin fitne û tevliheviyê li herêmê derxin û ewlehiya wê têk bibin.

El-Mihemed destnîşan kir ku bi saya hevgirtina di navbera şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser de herêm li hemberî êrişkeran asê ye û dê hemû komployên wan têk biçin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r4VNQUUbWto" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>