Rojnameyên erebî: Hemwextî şer û topbaranê şandeyeke Rûsyayê derbasî Derayê bû  

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de têkildarî rewşa Derayê, serdana Xelîfe Hefter ji Misirê re û peymanên di navbera Mexrib û Îsraîlê de, nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Hemwextî şer û topbaranê şandeyeke Rûsyayê derbasî Derayê bû  
12 tebax, 2021   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

‘HEMWEXTÎ ŞER Û TOPBARANÊ, NAVBEYNKAR RÛSYA VEDIGERE DERAYÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Derayê wiha nivîsî: “Çekdarên herêmî yên li bajarê Derayê yê dorpêçkirî, bersiva hewldanên Furqeya 4`an ên têketina bajêr ên bi destekdayîna mîlîsên Îranê da. Hewmwextî wê yekê topbarana li dijî taxa Erbeîn a Dera El-Beled ji aliyê Furqeya 4`an a ve li herêma El-Menşiyê û Şecnê, dewam kir û şerên demkurt li herêmê rû dan.

Her wiha bajarokê Um El-Meyazin ê rojhilatê Derayê û derdora wê hatin topbarankirin. Li aliyekî din jî kesên nenas êrişî nuqteyeke hêzên rejîma Sûriyê ya di navbera bajarokên Neîme û Um El-Meyazin de kir.

Piştî ku Rûsyayê di rojên dawîn de gelek civîn taloq kirin, çavkaniyên herêmî ragihand ku duh şandeyeke Rûsyayê derbasî bajarê Derayê bû. Li gelek bajar û bajarokên Derayê tevger li kolanan tune ye û bi dirûşma “Ji bo zarokê şehîd Hemze El-Xetîb” ku beriya çend rojan çalakvanan di çarçoveya hemleya “Azadî ji bo Derayê” de ragihandibû, dikan hatine girtin.”

‘MISIR PIŞTGIRIYA JI XELÎFE HEFTER RE ZÊDE DIKE’

Têkildarî piştgiriya Misirê ji Xelîfe Hefter re, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Piştî ku dewleta Tirk sozên derxistina hêza xwe ji Lîbyayê pêk neanîn û hikumeta Terablusê sist bû û niyetên wê yên taloqkirina hilbijartinan berz bûn, hikumeta Misirê ji nû ve destekdayîna fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter zêde kir ku dibe ji bo hilbijartinên pêş guncaw be.

Roja çarşemê ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî, Hefter li Qahîreyê bi gelek rayedaran re civiya û her wiha beşdarî merasima derçûna hejmareke efserên lîbyayî di Fakulteya Şer a li Qahîreyê de bû.

Çavkaniyên ji Misirê ji El-Ereb re eşkere kir ku tê payîn piştî serdana Hefter, dawiya vê hefteyê komxebateke siyasî ya Lîbyayê li Qahîreyê bê lidarxistin û tê de aliyên ku beşdarî Kongreya Berlînê ya 2`yemîn bûne, amade bin.

‘LAPID SERDANA MEXRIBÊ KIR Û 3 PEYMAN ÎMZE KIRIN’

Rojnameya El-Beyan jî behsa serdana wezîrê karên derve yê Îsraîlê bo Mexribê kir û wiha nivîsî: “Duh Mexribê û Îsraîlê peymanên hevbeş di aliyên hevkariya siyasî, çandî û turîzmê de îmze kirin. Wezîrê karên derve yê Mexribê Nasir Borîta di civîneke çapemeniyê ya tevî hempîşeyê xwe yê Îsraîlê Yair Lapid de got welatê wî 3 peymanên nû bi Îsraîlê re îmze kirine û di pêşerojê de dê 10 peymanên din îmze bikin.

Yair Lapid jî ev helwesta Mexribê erênî nirxand û piştrast kir ku dostaniya bi Mexribê re li ser esasê peywendiyan û hewldana çareserkirina nakokiyan e.”

(cx)