Diyar Bohtî: Tecrîd înkarkirina Kurdan e!

Nivîskar Diyar Bohtî da zanîn ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatî ferzkirin, ji tengezarî û bêçaretiya dagirkeran û roj bi roj tê girankirin û wiha diyar kir: “Dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê, tola xwe ji rêber Ocalan hildide.”

Diyar Bohtî: Tecrîd înkarkirina Kurdan e!
12 tebax, 2021   05:54
QAMIŞLO - ZINAR YILDIZ

Nivîskar Diyar Bohtî der barê tecrîda li ser rêber Abdullah de nirxandin kir û daxuyand ku gelê Kurd heta astekî li hember tecrîdê têkoşîn meşandiye û encax bi yekitiya neteweyî ev tekoşîn bi encam bibe.

Bohtî da zanîn ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan mijareke exlaqî, hiqûqî, wijdanî û îdeolojîk e û got:  “Ji roja ku Rêber Apo dîl ketiye destê dewleta Tirk de, tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin. Lê roj bi roj tecrîda heyî girantir dikin.”

‘DEWLET NE DEWLETA ME YE’

Bohtî diyar kir ku divê gelê Kurd tekoşîna xwe ya li hember tecrîdê, rastiya dewleta Tirk baş bibîne û wiha dewam kir: “Ger bêjin Tirk dewleteke û em jî parçeyeke ji vê dewletê ne, li ser vê esasî em dewlet rexne bikin û em bêjin ‘tu çima wisa dikî, çima rêberê me xistiye di bin tecrîdê de?’ Ev rêbaz şaşitîyeke herî mezin e. Ji ber ku dewlet ne dewleta me ye.”

Bohtî rastiya dewleta Tirk, weke dewleteke faşîst û dagirker nirxand û da zanîn ku ev dewlet di encama komployeke navdewletî de rêberê neteweyekê dîl girtiye û hêzên komploger erka gardiyantiyê (zêrevaniya zindanê) dane dewleta Tirk.

Bohtî eşkere kir ku dewleta Tirk roj bi roj bi girankirina tecrîdê, tola xwe ji rêber Ocalan hildide û wiha berdewam kir: “Di bingeh de ji tecrîdê wêdetir dewleta Tirk tola xwe ji Rêber Apo hildide. ji Rêber Apo re dibêje ‘Te Kurd hişyar kir. Me Kurd tune kiribû, Kurd nemabû, pirsgirêka Kurdan nemabû. Edî Kurd hatibûn rewşeke wisa ku Kurd bi xwe, xwe înkar dikir. Te wan hişyar kir. Te bi hişmendiyeke nû, bi nêrîneke nû neteweyek hişyar kir û afirand. Ji ber vê yekê em jî te ceza dikin û tola xwe ji te hildidin’.”

Bohtî rewşa rêber Abdullah Ocalan di aliyê qanûnî de jî nirxand û anî ziman ku her çiqas dewleta Tirk dewleteke faşîst be jî, ev pêkanînên ku li ser rêber Ocalan dimeşîne li derveyî zagonên wê ye û wiha axaftina xwe dewam kir: “Bi kurtasî dewleta Tirk vê yekê ji gelê Kurd re dibêje: ‘em dijminê hev in. Tiştê ji destê me tê em li hember rêberê we dikin. Em tola xwe hem ji we hildidin hem jî ji rêberê we hildidin. Tişta ji destê we jî tê bikin.’ Pêwiste gelê Kurd vê rewşê rast bixwîne. Ew dewleteke dagirker e, rêberê me di destê wê de dîl e, wê demê tiştên ku ji destê me jî bê pêwîste em bikin.”

REWŞA HÊZÊN NNAVENTEWEYÎ Û CPT

Bohtî di nirxandina xwe de bal kişand ser rola hêzên navneteweyî di avakirina sîstema Îmraliyê de û bang li gelê Kurd kir ku bi tekoşîna xwe rastiya hêzên naventeweyî derxin holê û wiha anî ziman: “Bê guman gelê Kurd dikare serê li dostên xwe jî bide, serê li raya giştî ya cîhanî jî bidin heta vê bêzagonîya hêzên navdewletî eşkere bike. Pêwîstiye dûritiya hêzên serdest ji raya giştî ya cîhanê re jî bêjin.”

Bohtî, rewşa CPT jî wiha nirxand: “Dema ku rêber Apo revandin û birin Îmraliyê, ji Ewrupa bi navê CPT`ê heyetek diçe cem rêber Apo û dibêjin ‘Cihê te ev der e. Tuyê li vir bimînî’. Yanî dibêjin ‘me te girtiye, me te anîye vir û tuyê li vir bimîne. Em te ceza dikin’.” 

Nivîskar Diyar Bohtî da zanîn ku revandina rêber Ocalan ji aliyê hêzên serdest a cîhanî ve bandoreke mezin li ser gelên Rojhilata Navîn kiriye, ev bandor bi girankirina tecrîdê re berdewam e û wiha lê zêde kir: “Hêzên ku di komployê de cih girtin ew bi xwe qala rola rêber Apo dikin û dibêjin ‘Ocalan li hember plan û projeyên me asteng bû.’ Bi taybet piştî revandin û destgirkirina Rêber Apo dest bi projeyên xwe kirin.”

Bohtî eşkere kir ku ji ber bandora mezin a rêber Abdullah Ocalan li ser Rojhilata Navîn, her çiqas rêber Ocalan dîl girtin û tecrîd giran kirin jî, lê nikarîbûn li pêşiya belavbûna îdeolojîya wî bibin asteng û ev mînak anî ziman: “Dema Rêber Apo dîl hate girtin Şêrgo Bêkes bi navê Tîrêjên Roj Nayên Destgirkirin, helbesteke nivîsand. Her çiqas Rêber Apo niha li Îmraliyê di nava çar dîwaran de be jî, lê li pêşiya fikir û ronahiyê nayê girtin. Bi dehan pirtûkên ku bi vê fikrê bi vê îdeolojiyê, bi vê çareseriyê li seranserê cîhanê belavbûye. Bi vê dilgirtinê xwe dixapînin ku dibêjin em ê li vir bigirin, tecrîd bikin da ku hizrên wî belav nebe. Ruxmî vê di nava ronakbîr û rewşenbîrên Kurd de hezkirin û rêzgirtineke mezin li hember Rêber Apo çêbûye.”

‘TECRÎD ÎNKARKIRINA KURD E!’

Bohtî daxuyand ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatî ferzkirin û êrişên li hember destkeftiyên gelê Kurd yekser bi hev ve girêdayî ne û di çarçoveya plansaziyeke hevpar de tê meşandin û wiha domand: “Erişên li ser gel, li ser Rojava, li ser heremên Şengal, Mexmûr û gerîlla tê meşandin bi hev re girêdayî ne. Desthilateke faşîst Tirkiye birêve dibe. Ergenekon, MHP, beşeke mezin a ji CHP bi awayekî fermî nebe jî di nav de weke koalîsyonê tevdigerin. Ev koalîsyon di mijara kurdan de li hev kirine. Armancên wan ew e ku di encama wan erîşan de Kurd carekî din nikaribe serê xwe rake. Li cem wan erîşan dixwazin di navbera Kurdan de şerekî navxweyî jî derbixin. Li aliyekî şerê navxweyî derînin li pêşiya yekîtiya Kurd bigirin li aliyê din jî erîş bikin. armanca wan tenê tinekirina destkeftiyên Kurdan e, tinekirina Kurd e. Çawa ku beriya sed salê komar li ser înkara gelan avakirin ev hişmendî berdewam e.”

‘TILISMA SERKEFTINÊ YEKİTIYA KURD E!’

Bohtî balkêşa ser tekoşîna dîrokî ya gelê Kurd ku nêzî 200 sal e bi berxwedan û serhildanan tê meşandin û berdêlên ku di encama wan serhildan û berxwedanan de derketiye holê. Her wiha anî ziman ku di roja me ya îro de serhildan û berxwedanên ku pêk hatine têrê nake, pêwistî bi siyaseteke afrîner a layiqê wan serhildan û berxwedanan heye û wiha lê zêde kir: “Di baweriya min de tişta kêm ku Kurdan xwestiye bikin lê nekarîye, yekîtiya Kurdan e. Tiştê herî kêm di nava Kurdan de yekitî ye. Di baweriya min de tilisma serkeftinê yekîtiya Kurdan e.”

Bohtî hişyarî da ku ger nakokiyên di navbera hêzên Kurdan de neyên çareserkirin û ev nakokî bigihîjin asta dijminatiyê wê Kurdan ber bi felaketê ve bibe û wiha dewam kir: “Di sedsala dawî de hêzên dagirker nakokiyên wisa xistiye nava kurdan ku xwe ji wan nakokiyan rizgarkirin pir zahmet e. Her partiyek, her hêzek bi cihên cuda ve hatine girêdan. Lewma avakirina yekîtiyê zahmet dibe. Lê çiqas zahmet be bila bibe çareserî di yekîtiyê de ye. Wekî din ti çare nîne.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/43ov6m1TPL4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>