​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Til Temirê 2 çeteyên Furqeya Sultan Murad girtin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê 1`ê Tebaxê, êrişa çeteyên Furqeya Sultan Murad a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li derdorê navçeya Zirganê şikandin û 2 çete girtin ku yek ji wan zarok e.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Til Temirê 2 çeteyên Furqeya Sultan Murad girtin
12 tebax, 2021   04:56
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên koma Sultan Murad 1`ê Tebaxê êrişî navçeyên Til Temir û Zirganê kirin û şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temir êrişa wan têk birin.

Piştî ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê têk birin, du çeteyên Furqeya Sultan Murad ji koma êrişkar reviyan. Ew jî; Semîr Nebîl Bisêla di 2005`an de hatiye dinê û ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ye û Seed Xilêf El-Mutelêb ê di 2002`yan de hatiye dinê, ji gundê Mehkan a girêdayî Dêrazorê ye.

/ar/uploads/files/2021/08/12/050306_img_8933.webp

Çeteyên bi navên Semîr û Seed diyar kir ku ew girêdayî koma Sultan Murad in û serçeteyê komê yê bi navê Ebû Mihemed El-Feratî ji şêniyê Dêrazorê ye. Her du çeteyan wiha got: "Mehane em 400 lîreyên tirkî werdigirin û çeteyên ku diçin xeta eniyê ya pêş 600 lîreyên tirkî werdigirin. Ji ber vê yekê me berê xwe eniya şer."

Her du çeteyan da zanîn ku çeteyên Sultan Murad êrişî nuqteya hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê kir û wan jî bersiva êrişê da û şer derket û wiha axaftina xwe dewam kir: "Em ji ber êrişê tirsîn. Me sibehê biryar da ku vegerin Serêkaniyê. Me bi Ebû Mihemed El-Feratî re yê ku li Serêkaniyê ye axivî. Lê wî israr kir ku em li nuqteya xwe bimînin û piştî me jî israr kir, got vegerin."

/ar/uploads/files/2021/08/12/050724_img_8941.webp

Çeteyê bi navê Seed Xilêf El-Mutelêb wiha got: "Piştî me israr kir, vegerin bajêr. Çeteyekî ku li wê nuqteyê bû, rê nîşanî me da. Wî çeteyî got ji wê rêyê neqetin û berê xwe bidin wir, ji ber li wir nuqteyek heye. Dema hûn gihaştin wê nuqteyê jî ji wan re bibêjin em endamên Sultan Murad in û tu kes nêzîkî we nabe. Lê me nizanî ew nuqteya QSD’ê ye."

Li gorî her du çeteyan ji ajansa me re eşkere kiriye, armanca sereke ya şandina wan a ber bi nuqteya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve ew bû ku wan bidin kuştin. Ji ber wan ji ber tirsê red kiribûn ku şer bikin.

Têkildarî mijarê di raporeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de ku di 1`ê Hezîranê de bi sernavê "Bazirganiya mirovan” di 2021’an de hatibû belavkirin, hat eşkerekirin ku dewleta Tirk di lîsteya dewletên herî zêde zarokan bi çek dike, de ye. Dewleta Tirk bi awayekî eşkere piştevaniya Furqeya Sultan Murad a li Sûriyê dike.

Çeteyên Furqeya Sultan Murad komeke çekdar e, di Adara 2013`yan ji hêla îstixbaratan ve hate avakirin. Navenda wan a sereke li herêmên Helebê ye, dewleta Tirk perwerde dike, piştevaniya asîmanî dide wan. Serçeteyên wan ên sereke li Tirkiyê ne. Wê komê bi sedan welatî bi çek kirine û kirine çete, ji wan jî zarok hene da ku li gel hikumeta Wîfaqê ya bi piştevaniya dagirkeriya Tirk li dijî artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter şer bikin.

Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku 2020`an parve kiribû, derdora 150 zarokên 16 heta 18 salî ku piraniya wan ji Furqeya Sultan Murand in, hatine biçekirin ku li Lîbyayê şer bikin. Di vê yekê de rewşa debarê ya dijwar û xizantiyê bi kar tînin.

Di vê dawiyê de bi dehan rapor li ser çapemeniyê hatin belavkirin ku çeteyên Furqeya Sultan Murad zarokan bi zorê bi çek dike û wan tev li êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

(eh)

ANHA