`Divê civatên naventeweyî li dijî sûcên Tirkiyê hewlest nîşan bidin`

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Minbicê û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, helwest nîşan bide.

`Divê civatên naventeweyî li dijî sûcên Tirkiyê hewlest nîşan bidin`
12 tebax, 2021   05:20
MINBIC-EHMED QERACE

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî gundewarê Minbicê zêde kiriye. Dagirkeriya Tirk sivîlan yekser dike hedef û qetil dike. Dewleta Tirk li Eyn Îsayê maleke sivîlan bi tankê topbaran kir, di encamê de 4 endamên malbatê hatin qetilkirin û 2 ji wan jî bi giranî birîndar bûn. Rojane bakur rojavayê gundewarê Minbicê yê tijî sivîl tê topbarankirin. Ev yek li ser jiyana bi hezaran şêniyên sivîl xeter e.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo der barê mijarê de got: “Rêzeêriş û zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî axa Sûriyê bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Dewleta Tirk avê li ser bajarê Hesekê dibire û ava çemê Firatê li ser herêmê bi giştî qut dike. Di vê dawiyê de jî bi top û moşekan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc"

Şêxo bal kişand ser bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Herî dawî dewleta Tirk li navçeya Eyn Îsayê malên sivîlan kir hedef. Di encamê de gelek kes ji heman malbatê hatin qetilkirin û gelek ji wan jî birîndar bûn. Ev yek li pêşiya çavên cîhanê rû dide, lê dîsa jî bêdeng dimîne. Bangewaziyên şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dike."

Şêxo wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk bi van sûc û kiryarên xwe, lihevkirin û peymanên navneteweyî bin pê dike. Têkiliya baş a bi cîranan re ku em di hevpeymana civakî de girîngiyê didin wê, xerab dike. Em her tim hewl didin têkiliyên me bi cîranan re baş be. Heta vê kêliyê me ji herêmên xwe êrişî tu herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, nekiriye.”

Di dawiyê de Mihemed Xêr Şêxo bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyê bi giştî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bigirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mrNy7pHG7kI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>