‛Bêyî garantî û bi awayekî ferdî venegerin Efrîna dagirkirî’

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê û Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê, koçberên Efrînê hişyarî kir ku venegerin Efrîna dagirkirî û nekevin xefka propogandayên hin kesên ji ENKS’ê û endamên girêdayî MIT’a Tirk.

‛Bêyî garantî û bi awayekî ferdî venegerin Efrîna dagirkirî’
12 tebax, 2021   06:04
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Di çend hefteyên dawî de hinek koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin vegerîn kantona Efrînê ya dagirkirî. Lê ew yek piştî ku komên çeteyan li beramberî bi hezaran dolaran soz dan wan tu kiryaran li dijî wan pêk naynin pêk hat. Lê hemû kesên vegerîne ji aliyê komên çeteyan ve hatin revandin.

Endamên ENKS’ê di serî de Ebdulhekîm Beşar bi rêya daxuyaniyên derew ku tu sûc li kantona Efrînê ya dagirkirî ji sûcên qetilkirin, tecawîz û koçberkirinê ji dema dagirkirina Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de ji hêla dagirkeriya Tirk ve tune ne, şênî teşwîqî vegera li Efrînê kir.

Daîreyên şerê taybet ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker roleke sereke di berovajîkirina rastiyan û xapandina koçberan de dilîzin û ji şêniyan re xuya dikin ku Efrîn bi ewle ye.

Girêdayî mijarê berdevkê Rêxistina Mafên MIrovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re axivî û behsa sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê pêk tên, kir.

Şêxo bi bîr xist ku dema dewleta Tirk Efrîn dagir kir, zêdetirî 300 hezar şênî bi darê zorê ji warên wan derxistin ku niha li Şehbayê dimînin, li şûna wan şêniyên resen 400 hezar şêniyên herêmên cuda yên Sûriyê, gelek malbatên Turkmen û filistînî bi cih kirin.

Şêxo piştrast kir ku rêjeya Kurdan a beriya dagirkirina Efrînê ji sedî 95 bû, lê niha piştî dagirkirinê ev rêje ji sedî 23 derbas nake.

Şêxo îşaret pê kir ku demografiya Efrînê ji hemû aliyan ve tê guhartin, ji dizîna şûnwaran bigire heta bigihêje ferzkirina perwerde û nasnameyên kesayetî. Her wiha li Efrînê ji niştecihên Xûta û malbatên çeteyan re mêtingeh tên avakirin.

‛JI DESTPÊKA DAGIRKIRINÊ VE 7 HEZAR Û 740 KES HATINE REVANDIN’

Şêxo di berdewama gotinên xwe de ev agahî parve kirin: “Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 7 hezar û 740 şênî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, komên çeteyan û saziyên istixbaratê ve hatine revandin. Ji revandiyan derdora hezar jin hene. Hemû li jêrzemîn, girtîgehên Tirkiyê û herêmên dagirkirî mîna Ezaz, Raî, Mari, Bab û Efrînê girtî ne.”

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran malên sivîlên Efrînê û navçeyên wê desteser kirin û pê bazirganiyê dikin.

Li gorî Şêxo di 2020`an de 250 malên koçberên Efrînê hatin desteserkirin û piştre hatin firotin.

Şêxo behsa sûcên destdirêjiyê kir û got: “Derdora 70 sûcên destdirêjiya li dijî jinan pêk hatin ku çeteyên dewleta Tirk kirine. Ji wan 5 jinan ev sûc qebûl nekirin, ji ber wê xwe kuştin.”  

Têkildarî sûcên li dijî şûnwaran Şêxo piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker 75 girên dîrokî, 18 cihên dîrokî yên li Efrînê yên ku di lîsteya UNESCO de hatine nivîsandin, wêran kirine.

Şêxo da zanîn ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê komîteya lêpirsîna rastiyan, rêxistina efûyê ya navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û hiqûqî ve hatine belgekirin ku bi sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê wesif kirin.

Şêxo bi bîr xist ku gelek kesayetên kurd ên ku di bin ala dewleta Tirk a dagirker de kar dikin hene, sûcên li dijî şêniyên Efrînê tên kirin paşguh dikin û bi zêdegaviyên takakesî bi nav dikin.

Şêxo navên kesên ku ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker dixebitin eşkere kirin û got: “Gelek endamên ENKS`ê qaşo xwe bi Kombûna Azad a Efrînê û Komeleya Kurdên Serbixwe bi nav dikin, ji wan jî Fuad Elîko û Ebdulhekîm Beşar in. Ev kes sûc û kiryarên li dijî Efrînê û şêniyên wê pêk tên înkar dikin."

‛YÊN KU DAGIRKERIYA TIRK REWA DIKIN ÇIMA MALBATÊN XWE JÎ NABIN EFRÎNÊ?’

Şêxo wiha domand: “Yên ku dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rewa dikin û dibêjin tu sûc li Efrînê pêk nehatine, gelo niha li ku ne? Çima malbatên xwe nabin Efrînê?”

Şêxo daxuyand ku endamên ENKS`ê hewl didin vîna koçberên Efrînê bişikînin ku bi hêviya vegerê di nav kampan de ne. Di çend rojên dawî de gelek kesan gotin kompên li Şehbayê kompên şermê ne û divê hemû koçber digel hebûna dagirkirina Tirk û çeteyên wê de vegerin warên xwe.

‛DIVÊ VEGER KOMÎ Û BI GARANTIYÊN NAVNETEWEYÎ BE’

Şêxo piştrast kir ku ew ne li dijî vegerê ne û wiha pê de çû: “Berxwedana me ji bo vegerê ye. Lê em tu carî hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qebûl nakin. Heke em vegerin jî divê vegera me komî û bi garantiyên navneteweyî be û divê dagirkerî tune be.”

‛HIN MALBAT GIHAŞTIN EFRÎNÊ, LÊ YEKSER JI HÊLA MIT’A TIRK VE HATIN REVANDIN’

Şêxo xuya kir ku endamên ENKS’ê yên li Tirkiyê, Başûrê Kurdistanê û Almanyayê bi rêya şerê taybet û xapandinê hin malbatên Efrînê yên li Şehbayê xapandin ku vegerin Efrînê. Lê dema ew vegerîn yekser ji hêla MIT’a Tirk û çeteyên wê ve hatin revandin.

Girêdayî vê yekê Şêxo ev tişt got: "Heta niha 35 malbatên Kurd di dibistaneke gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê de hatine girtin. Gelek malbatên din ji bo ku derbasî Efrînê bibin gelek pere dane çeteyan. Lê dema gihaştine wir istixbarata dewleta Tirk ew girtine û heta niha çaranûsa wan ne diyar e."

Artêşa Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir dibistana gundê Kîmarê kir baregeheke leşkerî.

‛EM JÎ DIXWAZIN VEGERIN EFRÎNÊ LÊ EM HEBÛNA DAGIRKERIYA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ QEBÛL NAKIN’

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cafer got: “Hinek endamên ENKS`ê koçberan bi kar tînin û bang li wan dikin ku vegerin Efrînê.”

Cafer wiha gotina xwe berdewam kir: “Em hemû banga vegera li Efrînê dikin lê vegereke çawa? Dewleta Tirk di 58 rojan de bi çekên pêşketî û yên qedexekirî em dikirin armanc. Bi zorê em neçar kirin ku ji warên xwe derkevin. Gelo wê çawa bêyî ku tiştekî bike me pêşwazî bike?”

Silêman Cafer bang li koçberên Efrînê kir ku bi wan gotinên dijmin neyên xapandin ku bang li şêniyan dike ku vegerin Efrînê.

Silêman Cafer wiha dawî li gotina xwe anî: “Heke vegerek hebe jî divê komî be. Çawa em bi hev re derketin em ê bi hev re jî vegerin, lê divê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tune bin.”

(şx)

ANHA