​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2021
11 tebax, 2021   23:00

-Rûspiyên eşîran li hola Zana ya Qamişlo bi Rêveberiya Xweser re dicivin da ku rewşa xizmetguzarî ya herêmê nîqaş bikin. Saet di 09:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan şehîdên meha Tebaxê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr tînin. Saet 18:30. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû bi boneya salvegera 8’emîn a girtina fermandarekî suryanî Seîd Melekî ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve meşekê li dar dixin, meş ji pêş navenda Komeleya Çandê ya Qamişlo saet 09:30 sibehê dest pê dike: (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di 1’ê Tebaxê de çeteyên Firqet Sultan Murad a girêdayî dewleta dagirker a Tirk êrişî derdora navçeya Zirganê kir. Lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êrişa wan têk bir, bi wê re çete revîn û 2 ji wan girtin, yek jê jî zarok e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa diyar kir ku birîna avê ji aliyê dewleta Tirk ve, şerekî derexlaqî ye. Her wiha destnîşan kir ku ew hewl didin van sûcan ruswa bikin ji ber ku li dijî qanûnên navneteweyî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê û Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê koçberên Efrînê hişyarî kir ku venegerin Efrîna dagirkirî û nekevin xefka propogandayên hin kesên ji ENKS’ê û endamên girêdayî MIT’a Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Tevî 10 sal di ser krîza Sûriyê re derbas bûn jî lê hêviyên bidawîbûna vî şerê ku gelê Sûriyê parçe kiriye, tune ne û di encamê de wêraniyeke mezin di hemû aliyan de çêbû. Gelo pêwîstî bi hevpeymaneke civakî ya nû heye ku tê de modela Rêveberiya Xweser bibe bijarteya yekane ji tevahî Sûriyê re? (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Rêveber ê Minbicê û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, helwest nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANALÎZ

- Em di pêvajoyeke gelekî giran û girîng re derbas dibin. Bê guman geşadanên ku di vê pêvajoyê de rû dane, ji yên beriya xwe ne qut in. Yanî hem berdewam in û hem jî bi xwe re bûyerên nû derdixin.

KURDISTAN

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê êrişên qirkirinê yên bi serkêşiya faşîzma Tirk li dijî kurdan tên kirin, şermezar kir û destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina qirkirina Kurdan pêwîstî bi yekitiya Kurdan heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê Ebdulkerîm Siko bang li PDK`ê kir ku dev ji lîstina bi çaranûsa Kurdan û pêkanîna lihevkirinên bi dewleta Tirk a dagirker re, berde. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 - Nivîskar Dîyar Bohtî da zanîn ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatî ferzkirin, roj bi roj tê girankirin û got: “Dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê, tola xwe ji rêber Ocalan hildide.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

 - Dayikên gerîla êrişa di 26`ê Tîrmehê de li herêma Xelîfan a li dijî gerîla şermezar kir û banga eşkerekirina çarenûsa gerîlayên ku hatine revandin, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Şêwirmenda Qanûnî ya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan da zanîn ku destdirêjiya cendirmeyên Tirk li ser sînorê di navbera Sûriye-Tirkiye de li dijî zarokekê û jinekê sûcekî ku li gorî benda 13`yan a mîsaqa NY`yê hesab tê xwestin û got ew ê li dijî cendirmeyan giliyekî vekin û ji NY’yê re rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunerê li Rimêlanê pêşangeheke wêneyan a taybet bi zarokan li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li dar dixe. Saet 07:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA