Reîsî lîsteya avakirina hikumetê pêşkêşî parlamentoya Îranê kir

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro navên kabîneya xwe ya wezaretê yên ku ji bo hikumeta nû hatine pêşniyarkirin pêşkêşî parlamentoyê kir, ji wan fermandarên pasdarên şoreşger hene.

Reîsî lîsteya avakirina hikumetê pêşkêşî parlamentoya Îranê kir
11 tebax, 2021   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo Wezareta Karên Derve Hisên Emîr Ebdullehyan hate pêşniyarkirin ku ew jî fermandarekî Feyleq El-Qudis a girêdayî pasdarên şoreşger e û ji bo Wezareta Karên Hundirîn jî Ehmed Wehîdî ku ew jî fermandarekî pasdarên şoreşger e hate pêşniyarkirin.

Reîsî, Izetullah Derxamî ew ji bo Wezareta Çandê pêşniyar kir ku ew jî fermandarekî pasdarên şoreşger e, lê payebilindê bi navê Mihemed Riza Karaeyî Aştiyanî ji bo Wezareta Parastinê û piştgiriya hêzên çekdar hate pêşniyarkirin û Hece Îslam Xetîb ji bo Wezareta Ewlehiyê hate pêşniyarkirin.

Ev lîste piştî erêkirina parlamtoyê dibe lîsteya dawî.

Vê sibê parlamentoya Îranê dest bi rûniştineke girtî kir da ku dengdayîna li ser hikumeta nû ya Reîsî pêşkêş kiriye, nîqaş bike.

Cigirê serokê parlamentoya Îranê Elî Nîkzad got ku dê şemiya bê lîsteya wezîran a ku Reîsî pêşniyar kiriye were ragihandin.

(eh)