Tundrawî, kaos û aramî… Kîjan vebijêrk ji gelê Sûriyê re guncaw e?

Tevî 10 sal di ser krîza Sûriyê re derbas bûn jî lê hêviyên bidawîbûna vî şerê ku gelê Sûriyê parçe kiriye, tune ne û di encamê de wêraniyeke mezin di hemû aliyan de çêbû. Gelo pêwîstî bi hevpeymaneke civakî ya nû heye ku tê de modela Rêveberiya Xweser bibe bijarteya yekane ji tevahî Sûriyê re?

Tundrawî, kaos û aramî… Kîjan vebijêrk ji gelê Sûriyê re guncaw e?
12 tebax, 2021   05:39
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Li gel binketina hikumeta Şamê û muxalefetê di çareserkirina krîza Sûriyê de, krîza Sûriyê dewam dike. Krîza Sûriyê bi salan rêveçûn û naveroka şoreşê guhart ku êdî ne pêkan e vegere beriya 2011’an, ji ber ku nêzî 400 hezar kes bûn qurbaniyên şer û bi milyonan sûrî koçber û penaber bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di raporeke xwe ya dawîn de kuştina 389 hezar welatiyan belge kir, jê 117 hezar sivîl in, ji wan jî 22 hezar zarok, 14 hezar jin û 81 hezar jî mêr in.

LI HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ PARÇEBÛNA SERWERIYÊ

Bi destpêka krîza Sûriyê re armanca hikumeta Şamê parastina “Sûriyeke sûdewar” bû. Lê bi destwerdana Rûsya û Îranê re herêmên ku hikumeta Şamê ji dest dane, ji nû ve vegerandin.

Desteka Rûsya û Îranê ji hikumeta Şamê re ne ji bo alîkariyên mirovahî bû, lê van her du dewletan hebûna xwe li Sûriyê bi rêya dabeşkirin û parçekirina herêmên hikumeta Şamê geş kir.

Destwerdana Îranê û sewqiyatên wê yên komên şîe ji Iraq, Lubnan û Efganistanê ber bi Sûriyê ve nakokiyên etnîk û mezhebî li Sûriyê ava kirin. Lê beramberî wan koman,  komên sunnî yên tundraw ên qaşo muxalefeta Sûriyê, derketin. Lê piştre ew muxalefet nema û bûn komên çete û ji bo berjewendiyên dewleta Tirk û Qeterê şer dikin.

Şerê di navbera sunnî û şîe de dewleta Sûriyê wêran kir, bi wê re herêmên hikumeta Şamê di bin desthilatan de ye, yek desthilata şîe li herêmên paytexta Sûriyê Şamê, Humis, berava Sûriyê û Dêrazorê û desthilata din jî ya hêzên Rûsyayê ye û li herêmên beravê û herêmên paytexta Şamê ye.

HERÊMÊN DEWLETA TIRK DAGIR KIRINE ÇAVKANIYA TEROR Û SÛCAN IN

Bi derbasbûna demê re, hebûna muxalefeta Sûriyê û bi perspektîfa dagirkeriya Tirk tenê li herêmên Idlib, gundewarên Heleb, Laziqiye û Hemayê hatin sînordarkirin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra yê berê) yên di lîsteya terorê ya navneteweyî de herêmên navborî yên muxalefeta Sûriyê kontrol dikin.

Li van herêman sûcên mezin li dijî sivîlan pêk tên. Di 2019’an de di raporeke HRW’ê de hat eşkerekirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê li herêmên Idlibê yên bakurê Sûriyê sûcên îşkenceyê pêk tînin.

HRW’ê di raporê de daxuyandibû ku di lêpirsînê de girtiyek serberjêr bi stûnekî ve demeke dirêj hatibû daliqandin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ; RÊVEÇÛNEKE CUDA Û HÊVIYÊN RIZGARKIRINÊ

Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda bû, her wiha Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hatin avakirin û şerê terorê kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe bi rêya desteyên rêveber ku hevpeymana civakî pêk tînin, bi rê ve dibe. Ew hevpeyman jî bi rêya nûnerên ji tevahî pêkhateyên herêmê hat sazkirin.

Têkildarî mijarê endamê berê yê Meclisa Gel a Sûriyê û waîzê îslamî Mihemed Hebeş wiha got: “Rêveberiya Xweser di çarçoveya projeya Sûriya demokratîk de hat avakirin, rewşa Sûriyê bi awayekî baş nirxand û piştî çend salên dirêj ji paşguhkirina Ereb û Kurdan, Rêveberiya Xweser hat avakirin.”

Hebeş wiha li gotina xwe zêde kir: “Li gel lawaziya xizmetguzarî û rewşa debarê, lê azarên Kurdan li herêmên xwe bi taybet pirsgirêka hemwelatîbûnê û niştecihbûnê mijareke dijwar bû. Min bi xwediyên biryaran ên di parlamentoya Sûriyê de gelek nîqaş têkildarî Kurd bibin xwedî statu li Sûriyê kirin, lê bê encam bûn. Her tim hincetên Baasiyan matmayîn, fikar, nîjadperestî û dûrî berpirsyariya neteweyî û mirovî li beramberî sûriyan bûn.”

Hebeş wiha anî ziman: “Ji ber wê, ez texmîn dikim ku modela Rêveberiya Xweser pêwîstiyeke mirovî bû ku şêniyên herêmê di çarçoveya Sûriyeke demokratîk de xwe biparêzin.”

BANGÊN DERA Û SIWEYDAYÊ YÊN AVAKIRINA RÊVEBERIYA XWESER

Li Siweyda, nîqaş li ser avakirina Rêveberiya Xweser hene, li wir hin kom hatin avakirin ku bi wê re saziyên hikumeta navendî yên ewlehî û leşkerî qels kirin û li hember êrişên DAIŞ’ê sekinîn.

Li Derayê jî, li gel berdewama rageşiya bênavber a hêzên hikumeta Şamê yên bi piştgiriya Îranê û komên red kirine ji Derayê derkevin û ber bi bakurê Sûriyê ve biçin û nepêkanîna garantorê rûsî ya rola xwe, deng û bangên avakirina rêveberiyeke li Dera û başûrê Sûriyê bilind dibin.

Bi wê re Meclisa Eşîrên Horanê daxuyaniyek da, tê de pêşdeçûnên dawî yên li parêzgeha Derayê çêbûne, hatin eşkerekirin, her wiha sewqiyatên hikumeta Şamê yên leşkerî ber bi Horanê ve û dorpêça li dijî şêniyên Deraayê hatin şermezarkirin û gefên efserên hikumeta Şamê yên qetilkirin, serdegirtin û koçberkirina şêniyên Deraayê, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dema navendîbûnê li Sûriyê çûye û venagere. Her wiha banga pêkanîna sîstemeke nenavendî kirin ku parêzgeh û şaredarî nûnerên xwe bi xwe hilbijêrin û bi awayekî zelal muhasebe bikin û xebata saziyan bi awayekî durist bimeşînin.

Têkildarî mijarê koordînatorê Kombûna Sûriyên Îlmanî ya Demokratîk li Siweydayê Semîr Ezam wiha got: “Em li Siweydayê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinêrin ku modela herî guncaw a çareserkirina krîza Sûriyê ye. Divê ev model li tevahî Sûriyê pêk bê da ku bibe çareseriyeke dawîn ji krîza Sûriyê re.”

‛TECRUBEYEKE HERÎ ZELAL A MUXALEFETA ZANA YE’

Têkildarî êriş û dijberiya hin kesan li dijî pergala Rêveberiya Xweser, Mihemed Hebeş got: “Ez texmîn dikim ku em dikarin bi yekalî bibêjin tiştê li rojhilatê Sûriyê pêk hatiye, tecrubeyeke eşkere ya muxalefeta zana û berpirs bû. Rêveberiya Xweser di avakirina hêzeke leşkerî de ku li hember DAIŞ’ê sekini, bi ser ket. Ew hêza leşkerî piştî dewleta Sûriyê berpirsyariyên xwe li hember şêniyan pêk neanîn, ew hêz yekemîn hêz e ku li hember rêxistina tundraw a bi nûnertiya DAIŞ’ê sekinî. Dewletê şêniyên herêmê li ber sûcên hovane yên vê rêxistinê hiştin.”

Hebeş wiha li gotina xwe zêde kir: “Ez bi xwe gelekî bi projeya neteweya Kurd ku bibe xewneke rasteqîn û birûmet ji şêniyên vê neteweyê re, bawer im û kêfxweş im ku li xaka Kurdistanê ya dîrokî pêk bê. Da ku li hember zilma li dijî vê neteweyê bisekine ku Sykes-Picot ew ji welatê wan mehrum kirin û soza welatekî demokrat daye wan.”

Hebeş got: “Kurdan xwe di nava xaka xwe de li beramber 3 neteweyên nîjadperest dîtin; neteweya Baasê ya Ereb li Iraq û Sûriyê, neteweya Faris li Îranê û neteweya Tirk li Tirkiyê. Soza ku ji Kurdan re hatiye dayîn, mîna jiyana baş, wekhev û axaftina bi zimanê xwe, pêkanîna mîras û çanda xwe, pêk nehat. Bi wê re divê her mirovekî azad û birûmet li kêleka vî gelî bindest bisekine û zilmê ji ser rake.”

Hebeş pirsî ku çima ji welatiyên Behreyn, Qeter û Cîbotiyê re dewlet û serxwebûnek heye û ji Kurdan re dewlet û serxwebûnek tune ye û diyar kir ku divê her azadîxwazek hewl bide zilmê ji ser gelên bindest rake.

Hebeş wiha berdewamî da gotina xwe: “Lê belê ez pêkanîna vî welatî bi şer û kuştinê qebûl nakim û ne jî bi qutkirina parçeyek ji Sûriyê qebûl dikin. Ev ddoz divvê di çarçoveyeke zanabûna demokrasî ya 4 welatên ku Kurd lê belav dibin de pêk were. Divê ew bibe xwesteke rasteqîn û di parlamentoyên van dewletan de li ser bê nîqaşkirin û dengdayîn.”

‛RÊVEBERIYA XWESER PERGALA HERÎ GUNCAW JI BO PARASTINA MAFAN E’

Hebeş destnîşan kir ku li gel rewşên heyî, pergala herî guncaw ku mafên herî hêsan biparêze pergala Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre parastina welatê Sûriyê, yekitiya û mûzayîka wê.

Girêdayî vegera rewşa Sûriyê ya beriya 2011’an Mihemed Hebeş ev tişt got: “Ez texmîn dikim ku bernameya Rêveberiya Xweser ya ku 10 salan dewam kiriye û jiyana mirovan parastiye, jê re jiyaneke birûmet pêk aniye asta wê ne kêmî asta paytextê ye. Ji nava rewşeke zehmet de ku bûye sedem tundraw û terorê ava bibe, Rêveberiya Xweser hat avakirin. Divê mirov parastina vê tecrubeya civakî û siyasî biparêze.

Li ser tawanên hin aliyan ên li dijî pergala Rêveberiya Xweser Mihemed Hebeş wiha got: “Tiştê ku şêniyên Cezîra Sûriyê kiriye di encama bûyerên li herêmê çêbûne de hat ferzkirin. Ew proje jî piştî hilweşîna rejîma desthilat û ne peydakirina wê ji ewlehî û parastina jiyana mirovan re, pêk hat. Bi wê re divê mirov gelên Ereb û Kurd ên ku ew proje vebijartine ku rojhilatê Sûriyê bi rê ve bibin ji dil silav bike.”

Hebeş wiha dewam kir: “Pêdiviya vê tecrubeyê bi însiyatîfên zêde bi her du aliyên li Sûriyê re hem rejîma li paytextê hem jî muxalefta li bakurê Sûriyê heye. Divê têkiliya Rêveberiya Xweser bi rejîm re di çarçoveya misogeriya yekitiya Sûriyê û axa wê de be û li ser bingeha pevguherîna xizmetguzarî, berpirsiyarî û dabînkirina mafên mirovan be. Her wiha ew têkilî ne li ser bingeha vegera Baas’ê be yê ku jiyana siyasî û civakî li tevahî Sûriyê xitimandibû û Sûriyê bi awayekî hovane wêran kir.”

Girêdayî têkiliya Rêveberiya Xweser bi komên muxalefeta Sûriyê re Hebeş wiha axaftina xwe berdewam kir: “Li ser kêmasiya Rêveberiya Xweser di bername û însiyatîfên xwe de yên li ser avakirina baweriyeke rasteqîn bi komên muxalefetên Sûriyê re ez loman jê dikim. Lê komên muxalefeta Sûriyê hîna jî li projeya Rêveberiya Xweser dinêrin ku projeyeke Kurdî ye û tê de hebûna Ereb paşguh dike ku dewleta Tirk di vê yekê de piştevaniya wan dike. Ew jî dihêle helwesta muxalefetê li hember Rêveberiya Xweser girêktir bibe.”

Hebeş  bi domdarî got: “Heke di Rêveberiya Xweser xwedî biryar bûma, min ê komîteya payebilind ava bikira da ku însiyatîfên avaker ên hepeyvîn, hevkariyê pêşkêş bikira û serdama aliyên muxalefeta ne radîkal bikira, her wiha projeyên hevbeş mîna perwerde, çandinî û xizmetguzarî ava bikira. Her wiha divê projeyên li ser hevkariya di rêvebirina herêmên bi nakok de yên li derdora Helebê werin pêşkêşkirin. Ji ber nakokiyên bi komên muxalefetê yên sereke re her du aliyan lawaz dike û dihêle dijminên Sûriyê berjewendiyên xwe di belavbûn û qutbûna wan de pêk bînin.”

‛RÊVEBERIYA XWESER TECRUBEYEKE ÎLHAMDAR E’

Li ser derfetên pêkanîna tecrubeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bibe çareseriya krîza Sûriyê, Mihemed Hebeş got: “Serkeftina Rêveberiya Xweser li rojhilatê Sûriyê tecrubeyeke îlhamdar e û ne pêwîst e heman tecrube li tevahî Sûriyê pêk were. Ji ber hin taybetmendiyên demografîk hene û zanabûneke zêde ya her herêmekê pêwîst e. Lê di her halî de tecrubeyeke rûmetdar û baş e. Divê em ji şaşiyan sûdê wergirin û gendeliyê û binketina rêvebirinê paşguh nekin. Ji ber ku herêm nikare xwe li hember binketinên zêde ragire û em tevahî berpirs in.”

‛EM BI HÊVÎ Û XWEŞBÎNÎ LÊ DINÊRIN’

Mihemd Hebeş wiha dawî li gotina xwe anî: “Em qada îslamî bi hêvî û xweşbînî li tecrubeya Rêveberiya Xweser dinêrin. Her wiha spasiya koma rêveberên olî yên di saziyên Rêveberiya Xweser de dikim ku li ser bernameya îslama demokratîk a îmam şehîd Meşûq El-Xeznewî dixebitin. Em di avakirina civaka demokratîk de ku bi îslamê serbilind e, şirîk in.”

(fr)

ANHA