Jinên Reqayê salvegera 4’emîn a damezrandina Kombûna Jinên Zenobiya pîroz kir

Li gundê Kîsra Ferec ê li başûrê Reqayê bi boneya salvegera 4’emîn a damezrandina Nivîsgeha Kombûnên Jinên Zenobiya pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Jinên Reqayê salvegera 4’emîn a damezrandina Kombûna Jinên Zenobiya pîroz kir
11 tebax, 2021   14:18
REQA

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, tê de endamên saziyên sivîl, leşkerî, nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, hiqûqnas û endamên ji MSD’ê û Meclisa Jinên Sûriyê beşdarî bûn.

Di pîrozbahiyê de endama Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenobiya ya herêma Kerame ya rojhilatê Reqayê Sewen Hesen axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û salvegera 4’emîn a damezrandina Rêveberiya Jinan a Reqayê ku piştre vegeriye Kombûna Jinên Zenobiya ya Reqayê pîroz kir.

‛JINAN BI SAYA NETEWEYA DEMOKRATÎK GELEK PÊŞDEÇÛN AVAKIRIN’

Sewsen Hesen wiha got: "Têkoşîna jinan bi awayekî eşkere di pêşdeçûna fikir û xwebaweriyê de diyar dibe. Ev yek bi saya fikireyê neteweya demokratîk pêk hat."

Dûvre li ser navê Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenobiya ya Reqayê Nesrîn Hesen axivî û wiha got: "Em soz didin rêberê mirovahiyê birêz Abdullah Ocalan ku piştgiriya hemû jinan li cîhanê dike,  têkoşînê berdewam bikin û dengê xwe bilind bikin heta ku ji Îmraliyê rizgar dibe. "

Nesrîn piştrast kir ku ew di wê baweriyê de ne ku fikrê neteweya demokratîk rêya xilasiya ji zulmê ye û wiha li gotina xwe zêde kir: "Em vê boneyê li hemû jinan pîroz dikin. Ji ber ew ji bo pêkanîna azadiyê û wekheviyê tê dikoşin.

‛BÊYÎ YEKITIYA HÊZA JINAN CIVAKA NAGIHÎJE ASTA KU TÊ XWESTIN’

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Henan Mistefa axivî û salvegera damezirandina kombûnê pîroz kir û got: ”Avakirina Nivisgeha Kombuna Jinan a Zenyobiyaye hişt ku hêza jin û biryara wê werin xurtkirin. Da ku têkoşîna xwe bi serbilindî berdewam bikin. Ji ber ku jin vîna civaka azad temsîl dike. Bêyî yekitiya hêzên jinan, em nikarin civakê bigihînin asta ku tê xwestin. ”

Xaliye El-Kejwan jî bi navê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê axivî û rola jina firatî silav kir û wiha domand: ”Hîna jî mîna berê jinên Reqayê tê dikoşin, xwe bi rêxistin dikin. Jinan xwe îsbat kir ku di vê merheleyê de dikarin pêşengtiyê bikin û radest nebûn. Lê belê bûn meşaleya berxwedan û vîna xurt ku civakê ji koleteyê ber bi demokrasiyê ve bibin."

Bi navê YPJ`ê Xatûn Reqa axivî û fedekariyên jinan ên li eniyên şer silav kir û got: ”Jinan bi awayekî çalak kar kir û tê koşiya. Her tim di rêza pêşîn a eniyên şer de bûn. Divê em şehîdên jin ji bîr nekin, ji ber da ku em di nav aştî û ewlehiyê de bin, canê xwe feda kirin. ”

Paşê tîma Tutul a çand û hunerê berhemên xwe pêşendan. Dûre Meclisa Qanûnsaz û Şaredariya Gel a Reqayê salvegera rêveberiyê pîroz kir ku piştre veguherî Kombûna Jinên Zenobiyayê, gul û xelat belav kirin.

Di dawiya pîrozbahiyê de beşdaran xelekên govendê gerandin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q8d347tSHGk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>