Çeteyên dagirkeriyê vegera li Efrînê bi armanca revandin û dayîna dolaran teşwîq dikin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê eşkere kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk bi şêniyên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî re civiyan da ku koçberan teşwîqî vegera kantona dagirkirî bikin.

Çeteyên dagirkeriyê vegera li Efrînê bi armanca revandin û dayîna dolaran teşwîq dikin
11 tebax, 2021   14:06
ŞEHBA 

Rêxistinê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji hundirê Efrînê diyar kir ku çeteyên "Sultan Suleyman Şah" ku bi nave "Amşat" tê naskirin beriya çend rojan bi şêniyên navçeya Şiyê ya Efrînê dagirkirî re civiyan da ku welatiyan teşwîqî vegera li kantona Efrînê ya dagirkirî bikin.

Li gorî çavkaniyên ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê re gotine, çeteyan agahî dane malbatên wan ku dema vegerin malên xwe ew ê wan biparêzin û li hemberî 2 hezar dolarî ew ê mal û milkên wan tevahî li wan vegerînin, lê dema ku pereyan nedin dê komîteya ku tê payîn di demeke nêz de ji aliyê çeteyên "Sultan Suleyman Şah" û endamên "Meclisa herêmê" ya li Şiyê were avakirin, dest deynin ser mal û milkên wan.

Her kesekî ku vegeriye Efrîna dagirkirî tevî dayîna garantiyên derew ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirk ve ku destdirêjiyê li wan nekin, her wiha dayîna bi hezaran dolar, lê dîsa jî çawa ku digihaştin malên xwe bi revandin û îşkencekirinê re rû bi rû diman û hin ji wan jî li ser bendên kontrolê ji hêla çete û dagirkeriya Tirk ve hatin revandin.

Şêniyê bi navê Ezîz  (45) ê bi navê Ebû Nîdal (45) tê nasîn, dema gihaştibû mala xwe ya li gundê Sorkê yê navçeya Racoyê ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirk ve hat îşkencekirin.

Her wiha şêniyê bi navê Şukrî Kindî (30) di 7`ê Tebaxê de gihaşt gundê xwe yê Hemamê yê navçeya Cindirêsê. Lê tevî dayîna 20 hezar dolar û wergirtina garantiyên derew ku lê nedin, çeteyên dagirkeriya Tirk ew revandin.

(eh)

ANHA