Revandina sivîlan li Efrîna dagirkirî dewam dike

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî ji gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê ya kantona Efrînê revand û li hemberî berdana wî 7 hezar dolar xwestin.

Revandina sivîlan li Efrîna dagirkirî dewam dike
11 tebax, 2021   11:50
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Şiyê piştrast kir ku welatiyê bi navê Ezîz yê bi navê "Bavê Nîdal" tê naskirin û ji gundê Erendê yê girêdayî navçeya Şiyê ye û li gundê Sorka yê girêdayî navçeya Racoyê dimîne, hate revandin.

Li gorî çavkanî, Ezîz rastî îşkenceya fîzîkî û piskolojî hatiye. Her wiha çeteyan li hemberî serbestberdana wî 7 hezar dolar xwestine.

Heta niha çarenûsa 35 malbatên efrînî yên ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewayê yên ku vegeriyane Efrîna dagikirî, nayê zanîn.

(bx)

ANHA