Jinên Şehbayê: Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye 

Jinên Şehbayê da zanîn tundiya li ser jinê girêdayî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e û azadiya wî jî çareseriya hemû pirsgirêkan e. Jinan bang  li hemû sazî û dezgayên jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, peywira xwe bi cih bînin. 

Jinên Şehbayê: Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye 
11 tebax, 2021   10:05
ŞEHBA – LEYLA LORÎN

Rêber Abdullah Ocalan ji 15’ê Şibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Tirkiyê girtî ye û di bin îskence û tecrîdeke girankirî de tê ragirtin.

Jinên Şehbayê di çerçoveya van bertekan de ji ajansa me re axivîn. Jinan anî ziman ku heta azadiya rêber Abdullah Ocalan neyê misogerkirin şerê dagirkeriyê û tundiya li ser jinê bi dawî nabe.

‘DEMA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN HATIYE’

Siyasetmedar Zeynet Qember da zanîn ku kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd û Sûriyê bi azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha got:” Berxwedana rêber APO çavkaniya hêz û berxwedana me ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û Sûriyê jî hêza bingehîn azadiya rêber Ocalan e. Hêzên ku destê wan di komploya 15’ê Sibatê de hebû, naxwazin ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê, rêber Ocalan bibe muxateb, ji ber vê yekê 22 sal in li ser rêber Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê ya tîpa F tê ragirtin, tecrîdeke girankirî dimeşînin."

‘Bİ SAYA FİKİR Û FELSEFA RÊBER ABDULLAH OCALAN ME XWE NAS KİR’

Zeynet Qember bal kişand ser hedefgirtina jinên xwedî hêz ji aliyê hêzên dagirker û faşîst ve û wiha got:"Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, jina Kurd di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye xwedî hêza çareseriyê. Dewleta Tirk û hevalbedên wê li Rojhilata Navîn û li hemû heremên Kurdistanê bi rêya berfirehkirina dagirkeriyê, jinên xwedî hêz dike armanc. Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, tecrîda li ser vîna jina azad e. Em azadiya xwe di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de dibînin. Em ê ji bo wî heta dawiyê têbikoşîn û li ber xwe bidin."

‘GİRANKİRİNA TECRÎDÊ, BERDEWAMİYA TUNDİYA Lİ SER JİNAN E’

Siyasetmedara Kurd Zeynet Qember di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku heta niha gelek alozî, bobelat û kuştina jinan li Tirkiyê û Rojhilata Navîn û cihê cuda hene û wiha domand: “Rêber Ocalan di derbarê tundî û azadiya jinan de gelek nêrînên çareseriyê pêşkêş kirine û dibêje; `heta ku pirsgirêka jinê çareser nebe, tu pisgirêkên din jî wê neyên çareserkirin` Ev nêrînên rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û bi taybet ji bo çarserkirina doza jinan derfeteke mezin e. Ger pirsgirêka jin neyê çarserkirin wê tu pirsgirêkên din neyên çarserkirin. Ango çarserkirina hemû pirsgirêkan bi azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye."

‘JİNA BÊ RÊXİSTİN WÊ HER TİM RASTÎ TUNDİYÊ WERE’

Mamoste Sêvîn Hesko jî diyar kir jina bê rêxistin, bê hêz e, ew her tim rastî tundiya mêrê deshilat were û wiha got: “ Ger em bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, xwe perwerde û rêxistin nekin, em ê her tim bibin hedefa kuştin û êrişên dewletên desthilatdar û di hundirê malbatê de jî em ê her tim bibîn hedefa tundiya zihniyeta mêrê serdest. Ji bo wê xwezanîn û xwerêxistinkirin hêza xwebûnê ye. Jina bê rêxistin, wê her tim mehkûmê kolekirinê be."

‘TEVLÎBÛNA HÊZA CEWHERÎ XWE PARASTİN E’

Sêvîn Hesko wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Xweparastin û xwerêxistinkirin, xurtkirin û bihêzkirina îradeya jinê ye. Li dijî siyaseta qirkirin û tundiya li ser jinan, berxwedana YJA Star û YPJ’ê hêviya hemû jinan e û vîna wê diparêze. Ji bo wê divê hemû jin xwe bi rêxistin bikin û li dervey wê nemînin."

ANHA