Parêzerên rêber Ocalan xwestin muwekîlê xwe bibînin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re îro jî serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên rêber Ocalan xwestin muwekîlê xwe bibînin
11 tebax, 2021   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin muwekîlê xwe bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an û vir ve dîlgirtî ye, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Axaftina herî dawî ya bi rêber Abdullah Ocalan re hate kirin, telefona 25'ê Adarê ya bi birayê wî re bû. Ev axaftin jî di nîvî de hatibû birîn.

Rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbû parêzerên xwe bibîne. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên ji bo hevdîtinê bê bersiv têne hiştin.