Li Tirkiyê di 10 salan de 19 hezar kesî xwe kuştiye

Li gorî daneyên fermî yên Tirkiyê, di 10 salan de li welêt ji ber xemgînî û bêheviyê nêzî 19 hezar kesî (rojane 6 kes) xwe kuştiye.

Li Tirkiyê di 10 salan de 19 hezar kesî xwe kuştiye
11 tebax, 2021   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Eyn, wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku li welêt di 10 salan de nêzî 19 hezar kesî xwe kuştiye.

Di daxuyaniya wezareta tenduristiyê de hate gotin di navbera Çileya 2010`an û heta Çileya 2019`an de, li Tirkiyê 18 hezar û 772 kesan xwe kuştiye.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji hejmara giştî ya kesên xwe kuştine, hezar û 190 kesên ku xwendina xwe di zanîngehan de bidawî kirine û 853 xwendekar in û diyar kir ku di wan salan de, salane nêzî hezar û 887 kesan (rojane 6 kesan) xwe kuştiye.

Mûxalîf Walî Agbaba der barê daxuyaniya wezareta tenduristiyê de got: "Hemû bûyerên xwekuştinê bi awayekî yekser girêdayî rewşa bêhêviyê ye ku AKP`ê ava kir."

 (bx)