Li Tebqayê firineya alî jinûve tê avakirin

Ji bo çareserkirina pirsgirêka nan, Komîteya Aborî ya Tebqayê dest bi xebatê jinûve avakirina firineya alî kir.

Li Tebqayê firineya alî jinûve tê avakirin
11 tebax, 2021   08:47
TEBQA

Firineya alî ku nan li tevahiya Tebqayê belav dikir, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû hilweşandin.

Firineya alî ya Tebqayê di nava bêjêr de ye û 24 saetan dixebitî û bi vê yekê belavkirina nan bi awayekî rêxistinkirî pêk dihat û nanê wê baş bû.

Bi pêngava Xezeba Firatê re li bajarê Tebqayê çeteyan alavên firineyê birin herêmên di bin serweriya wan de li Reqa û Dêrazorê û dema QSD`ê nêzî bajarê Tebqayê bû, çeteyan firine bi temamî teqand û hilweşand.

Di demên dawî de li bajarê Tebqayê pirsgirêka nan derketibû, nexasim bi hatina koçberan û penabaran re, nan têrî herêma Tebqayê nedikir.

Ji ber wê jî Komîteya Aborî ya Tebqayê jinûve dest bi avakirina firineya alî kir, da ku rewşa nan baş bibe û pêdiviyên welatiyan bi tevahî ji  aliyê nan de, bîne cih.

/ar/uploads/files/2021/08/11/064848_wael-aldndn.webp

Piştî nîqaşkirina projeyê, komîteyê beriya du rojan dest bi xebatên jinûve avakirinê kir. Li gorî Cîgirê Komîteya Aborî Wayil El-Denden ku tê payîn di nava 100 rojî de avakirina firineyê bidawî bibe.

Wayil El-Denden piştrast kir ku firineya alî ya nû dê di saetê 375 torbe nan derxe û bi vê yekê wê nan Ii hemû herêmê peyda bibe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FW2GP8rYeqI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>