Gundê Girê Dêra pêdiviya sebzeyên Girê Legê bicih tîne

Gundê Girê Dêra pêwîstiya bajarê Girkê Legê yê girêdayî kantona Qamişlo ji hemû cûreyên sebzeyan bi cih tîne. Başûbûna cûreyên sebzeyan ên Girê Dêra di nava herêmê de bi nav û deng e.

Gundê Girê Dêra pêdiviya sebzeyên Girê Legê bicih tîne
Gundê Girê Dêra pêdiviya sebzeyên Girê Legê bicih tîne
Gundê Girê Dêra pêdiviya sebzeyên Girê Legê bicih tîne
Gundê Girê Dêra pêdiviya sebzeyên Girê Legê bicih tîne
Gundê Girê Dêra pêdiviya sebzeyên Girê Legê bicih tîne
Gundê Girê Dêra pêdiviya sebzeyên Girê Legê bicih tîne
Gundê Girê Dêra pêdiviya sebzeyên Girê Legê bicih tîne
11 tebax, 2021   07:32
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Gundê Girê Dêra girêdayî herêma Aliyan a 10 km bakur rojavayî bajarê Girkê Legê ye û ji kevintirîn gundên li herêmê ye. Bi hebûna 12 kaniyên avê, gundê Girê Dêra bi dewlemendiya xwe dihat naskirin. Lê bi demê re û ji ber kolandina bîran û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, kaniyên avê li gund miçiqîn.

Her wiha dewlemendiya gund di aliyê avê û axa baş de, bû sedemeke ku şêniyên gund di çandiniyê û xwedîkirina sewalan de, bixebitin. Di heman demê de, çandiya sebzeyan bi hemû cûreyên wê hîşt gund bi nav û deng bibe. Ew sebze pêwîstiya navçeya Girê Legê ya kantona Qamişlo pêk tîne.

Di vê der barê de Mihemed Zekî Cebar ku bexçeyê wî bi firehiya 17 doniman li gund heye wiha axivî: "Bi girtina sînor re û ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, berhemên Girê Dêra ji sebzeyan, barê welatiyên di aliyê peydakirina sebzeyan de sivik kir bê ku hewcedarî bi derve hebê."

Mihemed Zekî Cebar wiha domand: "Berhemên gund ji sebzeyan têra niştecihên wê dike û tişta ku zêde dimîne dibin sûka Girkê Legê. Ji ber wê jî pereyên wê dibe çavkaniyeke madî ji niştecihan re ku bi nirxekî erzan li gorî rewşa jiyanî ya niştecihan têne firotin."

Berhemên gund di her salê de cûda ne. Ew jî li karê cotkar, derman, semad û rakirina şînatiya bi zerar, vedigere. Her wiha rêjeya barîna baranê jî roleke sereke di başbûna berhemê wê de, dilîze.

Mihemed Zekî Cebar diyar kir ku gundê veguherî nimûneya xwetêrkirinê. Her wiha bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku çandiniya xwe pêş bixin da ku xwetêkirinê ji herêmê re, pêk bînin.

(bx)

ANHA