Rojnameyên erebî: Pakistan û Tirkiye sûdê ji serweriya Talîbanê li Efganistanê werdigirin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa Derayê, tevgerên Tirkiyê yên li Efganistanê û berdewamkirina şerê li Efganistanê kir.

Rojnameyên erebî: Pakistan û Tirkiye sûdê ji serweriya Talîbanê li Efganistanê werdigirin
11 tebax, 2021   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

‘REJÎMA SÛRIYÊ BI GIRANKIRINA DORPÊÇÊ TÊ TAWANBARKIRIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat îro têkildarî rewşa parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê nivîsî û wiha got: “Îro 48 roj e dorpêça giran li ser taxên Dera El-Beled, rêya Sed û Muxeyem dewam dike. Furqeya 4`an ev herêm dorpêç kir û hewl da derbasî wan herêman bibe. Niha zêdetirî 4 hezar malbat li wan herêman dijîn, hemû jêderên avê bi temamî li ser wan taxan hatine qutkirin, madeyên xwarinê û tenduristiyê, şîrê zarokan û ard hema bêje nemane. Li gorî hin muxalîfan, armanc ji dorpêçê ew e ku zextê li komîteyên dan û standinan û şêniyan bikin da ku tawîzan bidin û şertên Furqeya 4`an qebûl bikin.

Çavkaniyên herêmî ji Derayê got taxên Dera El-Beled û herêmên derdorê hîna tên topbarankirin û hedefgirtin. Topbaran hemwextî hewldanên pêşdeçûna hêzên Furqeya 4`an li wan herêman, pêk tê.

Li gorî “Kombûna Ehrar Horan” ji ber êrişa li dijî bendeke kontrolê ya li bajarê Şêx Miskîn li gundewarên Dera El-Ewsat, hin endamên hêzên rejîmê birîndar bûne. Çavkaniyekî ji komîteya navendî ya dan û standinan li Dera El-Beled jî ji rojnameya Şerq El-Ewsat re daxuyand ku komîteyên navendî û hêzên siyasî û sivîl bi nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen re civiyane da ku rewşa leşkerî û sivîl ya xirab li bajêr nîqaş bikin. Pedersen di civînê de got ew ê vê rewşê ji sekreterê giştî yê NY`yê re ragihîne û dê tîma xwe ji bo peywendiyên bi Şamê re erkdar bike, dê tîma wî jî serdana Dera El-Beled bike da ku rewşê ji nêz ve bişopîne.

Çavkanî daxuyand ku civînên rojên borî yên bi aliyên rûsî re, ji ber îzolekirina generalê rûsî yê berê ku berpirsê rêvebirina herêmên li Derayê bû, hatine taloqkirin. Ew general bi navê Esed Allah dihat nasîn û gef li Derayê xwaribû ku heke daxwazên komîteya ewlehiyê ya rejîma Sûriyê red bikin, dê mîlîsên Îranê bîne Derayê. Her wiha berê gelek caran gefa bikaranîna balafirên Rûsya xwaribû. Ew her tim bi aliyê daxwazên hêzên rejîma Sûriyê û bi taybetî hêzên Furqeya 4`an bû. Çavkanî diyar kir ku ew yek ji sedemên gurkirina şerê li Derayê ye.”

Komîteya navendî ya dan û standinan hewl dide bi aliyê Rûsî û generalê nû hatî erkdarkirin re bicive. Li aliyekî din jî hewldanên Furqeya 4`an ên pêşdeçûna li Derayê dewam dikin.”

‘PAKISTAN Û TIRKIYE SÛDÊ JI SERWERIYA TALÎBANÊ YA LI EFGNAISTANÊ WERDIGIRIN’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî tevgerên Tirkiyê yên li Efganistanê wiha nivîsî: “Piştî pêşketinên li Efganistanê ku tevgera Talîban derketiye pêş, koordîneya di navbera Pakistan û Tirkiyê de zêde bû. Çavdêr dibêjin dibe ku ev her du welat tevî Qeterê, herî zêde sûdê ji hatina Talîbanê wergirin.

Wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar roja sêşemê bi serdaneke fermî gihaşt Pakistanê û bi hempîşeyê xwe Pervez Khattak tevî wezîrekî din û fermandarê hêzên bejahî re, civiya.

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê da zanîn ku dê Akar di serdanê de geşedanên dawîn ên li Efganistanê nîqaş bike.

Çavdêr dibînin ku serdana Akar ji bo Enqere û Îslamabadê girîng e. Di demekê de ku hêzên herêmî û navneteweyî têkildarî israra tevgera Talîbanê ya bikaranîna hêza leşkerî û ferzkirina xwe li ser desthilatê, bi fikar in.

Çavdêran destnîşan dikin ku Pakistan û Tirkiye difikirin ku xîtaba Talîban a li dijî DYA û Ewrupayê, dê bihêle ku ew bibin aliyekî yekser di dan û standinên pêşerojê yên li gel Talîbanê de, ji ber ku di aliyê erdnîgarî de li ser sînorê Efganistanê ne û hebûna wan li wir mayînde ye û dê Talîban neçar be ku bi wan re koordîne bike.”

‘HIKUMETA EFGAN, LI HEMBERÎ TALÎBAN SIVÎLAN BI ÇEK DIKE’

Rojnameya El-Beyan jî behsa berdewamkirina şerên li Efganistanê kir û wiha nivîsî: “Serokê Efgan Eşref Xenî duh ragihand ku şer û parastina ewlehî û îstiqrara welat, dewam dike û biryar da ku li hemberî tevgera Talîban a radîkal sivîlan bi çek bike. Xenî dan û standinên dawîn bi Talîbanê re, bi “dan û standinên mirî” bi nav kir.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê jî duh ragihand ku hêzên wan bersiva êrişeke Talîbanê li dijî Mezarê Şerîf dane û teqez kir ku êrişên tevgerê li herêma Pakîta jî hatine şikandin û zirareke mezin gihaştiye wê.”

(cx)