ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2021
10 tebax, 2021   23:00

- Ji ber ambargoya giran ku ev 3 sal in hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê dimeşîne, saziyên xizmetguzariyê hişyariya karesteke mirovî da û banga rakirina ambargoyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed got, li stasyona Elokê dizî çêdibe û av naghêje bajarê Hesekê, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku stasyonê ji nakokiyên siyasî û leşkerî dûr bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Herêma Navîn a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li Tebaqayê bang li hikumeta Şamê kir ku li ser maseya diyalogê rûnin da ku aloziya Sûriyê çareser bikin û destnîşan kir ku heger ne bi rêya diyaloga aştiyane be, tu çareserî tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên berxwdêrên di greva birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de gotin, azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan erka gelê  Kurd e û bang xwedîderketina li berxwedana girtiyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanê bi navê Ciwan Mihemed Ebdulkerîm (21) ji 7`ê Hezîrana borî ve, dema ku dayika xwe ji bo tedawiyê dibir Başûrê Kurdistanê, ji aliyê istixbaratên PDK`ê (Parastin) ve hatiye revandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rêveber PYD’ê Elaa Zahir da zanîn ku ji ber berjewendiyên dewletên hegemon ên li Rojhilata Navîn tecrîd li dijî rêber Abdullah Ocalan hat ferzkirin. Ji ber fikireya rêber Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û gelên wê fikireya aştiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Mûsa nerazîbûn nîşanî êrişa hêzên PDK`ê yên li ser gerîlayan da û diyar kir ku bêdengiya aliyên kurdî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk wê bi xwe re karesatê ji bo gelê Kurd bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Nuqteyên leşkerî yên ji aliyê hêzên taybet ên PDK'ê ve hatine avakirin û bicihkirina çekên giran li gelek deverên ku gerîla lê ne, piştgiriyeke zelal a ji bo artêşa Tirk a dagirker e ku li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê pêk tê. PDK'ê bi vî rengî li pêşberî gerîlayên azadiya Kurdistanê, aliyê xwe li gel dewleta Tirk a dagirker û qirker diyar kiriye.

- Rojeke mîna îro, di sala 1920’an de, di navbera dewleta Osmanî û welatên hevpeymaniyê yên serkeftiyên şerê cîhanê yê yekem de Peymana Sevrê hat îmzekirin, êdî 101 sal di ser vê peymanê re derbas bûn.

JIN

- Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed da zanîn ku lidarxistina  Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya 2’yemîn ji bo tevahî jinan serkeftinek e û diyar kir ku nîqaşên tê de çêbûn erênî bûn û hişt ku beşdar destkeftiyên jinên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bişopînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Şehbayê da zanîn tundiya li ser jinê girêdayî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e û azadiya wî jî çareseriya hemû pirsgirêkan e. Jinan bang  li hemû sazî û dezgayên jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, peywira xwe bi cih bînin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gundê Girê Dêra pêwîstiya bajarê Girkê Legê yê girêdayî kantona Qamişlo ji hemû cûreyên sebzeyan bi cih tîne û başbûna li gel hemû niştecihên herêmê tê nasîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA