SOHR: Li bendera Lazîqiyê di keştiyekê de teqînê rû da

SOHR`ê ragihand ku li bendera Lazîqiyê di keştiyeke bazirganiyê de teqînek pêk hatiye. Dezgehên çapemeniyê yên hikuemta Şamê jî gotin ku di keştiyê de şewat derketiye.

SOHR: Li bendera Lazîqiyê di keştiyekê de teqînê rû da
10 tebax, 2021   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, li bendera Lazîqiyê di keştiyeke bazirganiyê de teqîn çêbûye.

SOHR`ê destnîşan kir ku kuştî di encama teqînê de çêbûne û zirarên madî yên mezin rû dane.

Ajansa Sana ya girêdayî hikumeta Şamê jî got li keştiya bazirganiyê di dema restorekirinê de şewat detketiye.

Li gorî Sana, di şewatê de hejmareke xebatkar birîndar bûne.

(cx)