Endamê MSD`ê: Dewleta Tirk hewl dide timayên Osmaniyan li herêmê pêk bîne

Endamê Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Xelîl Ebdo sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî pêk tînin û siyaseta li wir dimeşînin, wekî planên ji bo vejandina timayên Împaratoriya Osmanî li Sûriyê bi nav kirin.

Endamê MSD`ê: Dewleta Tirk hewl dide timayên Osmaniyan li herêmê pêk bîne
8 tebax, 2021   23:43
REQA- XALID EL-CUMA

Ji dema dagirkirina Efrîn, Cerablus û herêmên din ên Sûriyê ve, bi armanca tunekirina çand û nasnameya gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet, dewleta Tirk a dagirker siyaseteke qirêjî dimeşîne. Di wê çarçoveyê de, şênî dan koçberkirin, zimanê tirkî ferz kirin û li dijî şêniyên herêmên dagirkirî sûcên hov pêk anîn. Ev sûc hemû bi awayekî eşkere li pêş çavê hemû cîhanê tên kirin.

Dewleta Tirk a dagirker hîna gefên xwe li ser herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û armanc dike ku îstiqrara wan herêman têk bibe û şêniyan bide koçberkirin. Sûcên li herêmên dagirkirî û topbarana li ser dirêjahiya xeta sînor û bi taybet li ser navçeya Eyn Îsayê, dewam dike. Bi wê yekê armanc dike ku şêniyan bitirsîne, wan bide koçberkirin û herêmê dagir bike.

Endamê Têkiliyên Giştî yê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xelîl Ebdo têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser dirêjahiya xeta sînor bandoreke mezin li herêmê kir, bi taybetî ji aliyê aborî ve li gel dorpêça li ser herêmê.

Ebdo bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Cerablus, Ezaz û hwd siyaseta koçberkirinê dide meşandin û komên terorîst ên tundra yên girêdayî DAIŞ`ê tîne wan herêman da ku li kêleka wê şer bikin û sûcên hov li dijî şêniyên herêmên dagirkirî pêk bînin.

Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bacan li şêniyên herêmên dagirkirî ferz dike, wan direvîne û fidyeyê jê dixwaze.

Ebdo di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de bûn, lê belê şêniyên herêmên yên Kurd, Ereb û Suryan û pêkhateyên din li dijî wê terorê sekinîn û bi temamî tune kirin. Haya her kesî ji piştevaniya dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ`ê re û hêsankirina derbasbûna wan ji xaka Sûriyê re, heye.”

‘RÛSYA NE GARANTOR E, LÊ BELÊ DAN Û STANDINAN DIKE’

Ebdo, rola Rûsya li herêmê wiha nirxand û got: “Bi rastî, Rûsya tiştek pêşkêş nekir û îsbat nekir ku ew hêzeke garantor e. Carinan li aliyê dewleta Tirk disekine û carinan jî zextê li me dike û dixwaze em bajar û bajarokên xwe berdin. Di vê yekê ew ne hêzeke garantor e, lê belê ew li ser herêmê bi dagirkeriya Tirk re dan û standinan dike.”

Ebdo destnîşan kir ku Rûsya hewl dide serweriya xwe li ser hesabê gelên herêmê ferz bike û ji ber wan kiryaran zirarek mezin gihaşt şêniyan û wiha lê zêde kir: “Rûsyayê pirsgirêk çareser nekirin, lê belê ji ber zextên ku dike pirsgirêkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin.”

Endamê Têkiliyên Gişît yê MSD`ê  Xelîl Ebdo daxuyand ku ji ber kiryarên komên terorîst û dewleta Tirk a dagirker û qutkirina avê bi awayekî domdar li ser Hesekê û gundên wê, av nagihêje piraniya herêmên li xeta sînor. Ebdo da zanîn ku armanc ji van kiryaran derbkirina îstiqrara li herêmê û koçberkirina şêniyan ji warê wan e.

Ebdo her wiha destnîşan kir ku armancên dewleta Tirk diyar in, ew jî dagirkirina herêmê û vejandina timayên dewleta Osmanî li herêmê ye û got hebûna wê li Sûriyê ne rewa ye.

Xelîl Ebdo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Partiya AKP`ê li Tirkiyê hikumeta Tirk bi rê ve dibe û rêgezên navneteweyî binpê dike. Hebûna dewleta Tirk li xaka Sûriyê ne rewa ye. Beriya dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve, herêm ewle û bi îstiqrar bûn.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Vu7U-38kzbY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>